Li Qamişloyê Şitilgeha Hevrîn Xelef hat vekirin 2022-03-06 15:16:43     QAMIŞLO - Li Qamişloyê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, li gel Rêveberiya Daristan û Parastgehan, Şitilgeha Hevrîn Xelef vekirin.   Bi êrîşên dewleta tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re gelek bûyerên hovane ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin kirin. Di encamam wan êrîşan de di 12’ê Cotmeha sala 2019’an Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedefa kemîneke çeteyan a plankirî û hat qetilkirin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajarê QamişloBakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, li gel Rêveberiya Daristan û Parastgehan, Şitilgeha Hevrîn Xelef vekirin.   'Kedeke Hevrîn Xelef a mezin di nav aborîyê de hebû'   Hevseroka Çandinî û Sewaldarî ya Kantona Qamişloyê Nisrîn Xelîl da zanîn ku ev şitilgeh bi armanca pîrozkirina fedekariyên jinan hatiye vekirin û got: “Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê roja jinên cîhanî û li gorî rêzçalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin, îro jî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şitilgeha bi navê şehîd Hevrîn Xelef hat vekirin. Ev pirojeya ku Rêveberiya Giştî ya Çandî û Sewaldarî, û Rêveberiya Daristan û Parastgehan pê rabûne, sê mehan amadekarî jê re hatin kirin. Armanca me ji binavkirina vê şitilgehê bi navê Hevrîn Xelef ew e ku em nirxekî pîroz bidin vê şitilgehê û berxwedana Hevrîn Xelef û hemû jinan bi bîr bînin. Ev piroje girêdayî aborî ye û kedeke Hevrîn Xelef a mezin di nav aborîyê de hebû, şitilgeh nêzî 9 hezar şitilan dihewîne. Em spasiya malbatên şehîdan û bi taybetî malbata şehîd Hevrîn xelef dikin û roja jinan a cîhanî li wan pîroz dikin.”   'Em ê xeyalên Hevrînan bidin jiyîn'   Dayika Hevrîn Xelef Sûad Mustefa keyfxweşî û serbilndiya xwe der barê vê rojê wiha anî ziman û got: “Ez 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê, ronahiya milet û jinên bindest Rêber Apo ku ev riya azadiyê pêş lê vekir pîroz dikim. Pêwîst e jin xwedî li 8’ê Adarê derkeve, di heman demê de xwedî li axa xwe derkeve, ji ber ku namûsa jinê axa wê ye. Ev roj bi saya berxwedana jinê hat hilbijartin. Ev şitiligeh bi navê Hevrîn Xelef tê vekirin, ji ber ku dema ew bû Wezîra qada Aborî, xwest ku vê qadê pêş bixe da ku ji dijmin re bide îsbatkirin ku jin berxwedêr, aborî, şervan û siyasetmedar e. Bila dijmin baş bizanibe ku wê jin xwedî li şehîdên xwe derkevin û armanca wan bînin serî. Dê jin ji Erdogan re bêjin êdî bes e ev axa me ye û yê ku vê axê biparêzin em in. Ez niha li Şitilgeha Hevrîn im, ji vê şitilgehê dengê xwe dişînim ji hemû jinên cîhanê re û dibêjim ku cejna 8’ê Adarê li we pîroz be.”