Çalakiyên pêşwazîkirina 8'ê Adarê li Kobanê dewam dikin 2022-03-06 14:42:42     KOBANÊ - Bi munasebeta 8'ê Adarê, rêzeçalakiyên Kongereya Star didomin. Bi dirûşma "Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" Kongereya Star mîhrîcana kevneşopî û  pêşbirkê, çalakiyên cur be cur li dar xist.   Bi dehan jinên  sazî û dezgehên Rêveberiya  Xweser, beşdarî festîvalê bûn. Her wiha di festîvalê de jinan konên çalakiyê danîn û di kon de, pêşbirk hati lidarxistin, tabloyên wênexêziyê pêşkêş kirin. Festîval bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîna pakrewanên azadiyê dest p êkir piştire, axaftin ji aliyê Rêvebera Koordînasiyona Kongereya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hat kirin.   ‘Em ê heya dawî deskeftiyên şoreşê biparêzin’   Mizgînê di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku ew 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin. Bejna xwe li hemberî wan cangoriyan ditewînin û wiha da pê gotinên xwe: "Vê têkoşînê di kesayeta Rêber Apo de dest pê kir. Jinên weke Clara Zetkin ku têkoşîn kirin û li berxwe dan îro ji tevahî jinên cîhanê re bûne bersiva azadiyê. Bi keda Viyan û Nûjyanan em îro li vê derê pêşwaziya roja jinên cîhanê dikin. Dê 8'êAdarê weke her sal bi deng, reng, xweşibûna jinê were xemilandin."   Her wiha piştî axaftina Mizgînê, xelekek bazdanê ji aliyê Kûlîlkên Pêşerojê ya zarokan hate pêşkêşkirin. Li kêleka wê jî bi navê Desteya Çand û Hûnera Baqî Xidoyê şanoyek hat lidarxistin. Piştî wê şanoyê, ji aliyê Rêveberiyên Meclîsa Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) ve pêşbirka pirsan  bi du tîmên, Şehîd Zehra û Şehîd Hebûn ve hat lidarxistin. Paşê tîma Zehra bi ser ket û ji bo wê diyarî  hat dayin.   Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.