Li Stewrê bi şahiya jinan ji bo 8'ê Adarê bang hat kirin 2022-03-06 14:02:53     MÊRDÎN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Stewrê serdana gundan kirin û bi jinan re şahî li dar xistin. Ji bo şahiya 8'ê Adarê ya wê li Nisêbînê were lidarxistin bang hate kirin.   Xebatên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hêz û coşekê mezin berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gundê Avîna yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" şahî li dar xistin û jin vexwendin ji bo şahiya 8'ê Adarê ya ku li Nisêbînê were lidarxistin.    Gelek jin tevlî şahiyê bûn û bi govendgerandinê hêz û coşa xwe parve kirin. Ji bo jinan çenteyên ku ji bo 8'ê Adarê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.   Di şahiyê de Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî û 8'ê Adarê ji bo hemû jinan pîroz kir. Ebrû di berdewamiya axaftina xwe de jin vexwend ji bo şahiya Nisêbînê ya dê di 8'ê Adarê de were lidarxistin û got: "Coş û kelecana jinê li her derê ye. Jin wê hêz û coşa 8'ê Adarê bigihînin qadên Newrozê. Em ê di 8'ê Adarê de li Nisêbînê bi reng û xemla xwe li qadê bin û 8'ê Adarê pîroz bikin."   Şahî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û gerandina govendê bi dawî bû.