Jin li Qadikoyê ji bo 'Hevdîtina Mezin' dimeşin 2022-03-06 13:48:10     STENBOL - Aktîvîstên TJA'yê û Meclisên Jinan ên HDP û HDK'ê, bi pankarta "Dem dema azadiya jinê ye" li gel erbaneyê dest bi meşê kirin.    Jin ji bo ku tevli "Hevdîtina Mezin" a jinan ku wê li Kadikoyê di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de bê lidarxisitn bibin dest bi meşê kirin. Jinên ku wê bi meşê heta qadê biçin, di serî de jinên berxwedêr ên li girtîgehan silav kirin û 8'ê Adara wan pîroz kirin.    Beriya hevdîtinê aktîvîstên TJA û endamên Meclisa Jinan ên HDK û HDP'ê yên Stenbolê jî bi pankart û dirûşmên xwe li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê kom bûn. Jinên ku li dora pankarta "Dem dema azadiyê ye" kom bûn piştre dest bi meşê kirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdewar, bi dirûşên "Jin jiyan azadî" , "Bijî berxwedana jinan", "Denîz Poyraz bêmirin e", "Garîbe Gezer Bêmirin e"  li gel erbane û tilîliyêkn xwe meşiyan û reng dan kolanan.    Herwiha jinên feminîst jî di bin pankarta xwede bi dirûşma "Jinên feminîst aştiyê dixwazin", "Bijî 8'ê Adarê Bijî piştevaniya jinan" û " Jin jiyan azadî" ketin qadê."