Li Qilebanê xebatên 8'ê Adarê didomin 2022-03-05 17:03:01   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê bi minasebeta 8’ê Adarê li gundên navçeya Qilebanê serdana jinan pêk anî.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşmeya “Dema dema azadiya jinan e” li gundê Elemûn, Geremûs û Şêvrezana navçeya Qilebana Şirnexê serdana jinan pêk anî. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, rêveberiya HDP'ê ya Qilebanê û gelek jin tevlî bernameyê bû.   Di bernameyê de Nuran Îmîr axaftinek kurt kir. Nuran, bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û anî ziman ku berxwedana jinê di dîrokê de xwedî cihek girîng e û wiha got: “Rihê têkoşînê di rihê hemû jinan de heye. Ne bi tenê keda jinê tune tê hesibandin. Em jin îro di bin şert û mercên giran de ne. Jinên kurt nikarin bi awayek azad bi zimanê xwe biaxivin. Li welatê me êrîşên ku tên kirin de xwezaya me tê talan kirin. Nasnameya kurdî ku çawa mafê me ye û em dixwazin bidin jiyîn tê astengkirin. Vîna jinên siyasetmedar tune tê hesibandin.    Li dijî van hemûyan em li hemû qadan bertekên xwe tînin ziman. Êrîşên li dijî jinê di bin siya dewletê de tê kirin. Li dijî van em têkoşîna xwe didomînin. Jinên kurd li dijî pergala desthilatdar a mêr berxwedan û têkoşîna xwe mezin dike û ji hemû jinên cihanê re dibe morel. Ne bi tenê mafê jinên kurd ên Kurdistanê tê tunekiri, her wiha li her deverê jinên ku dijîn tên qetilkirin û vîna wan tune tê hesibandin. Ji bo civakek azad û hemû kes bi çanda xwe li ser axa xwe bijî em jin têdikoşin. Em dibêjin heta jin azad nebe civak azad nabe. Ger civak azad be dê bikaribe qedera welatê xwe jî bigûherîne. Em li dijî koletiyê serî natewînin û berxwedana xwe heta dawiyê didomînin.”   Piştî axaftinan diyarî hat belavkirin. Bername bi lêdana erbaneyê, gotina stranan, gerandina govendê û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana jinan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.