DAKAP'ê banga 8'ê Adarê kir 2022-03-05 17:01:55   AMED - DAKAP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li Semta Ofisê ya Amedê belavok belav kir û banga beşdariya mîtinga ji bo 8'ê Adarê kir.   Platfroma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP), DAKAP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li Semta Ofisê ya Amedê belavok belav kir û banga beşdariya mîtinga ji bo 8'ê Adarê kir. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun û Hevseroka HDP'ê ya Amedê  Gulistan Atasoy û endamên platfromê beşdarî çalakiyê bûn. Jina ji Kuçeya Hunerê ya Amedê dest bi belavkirina belavokan kirin û heta Cadeya Gevranê domandin.    Polîsan xwestin bibin asteng lê jinan bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","Dem dema azadiya jinê ye" bersiv dan.    Ji bo mîtinga 8'ê Adarê jî li Kuçeya Hunerê stand hat avakirin.