Serdana 'Nobetên Edaletê' didomin 2022-03-05 16:20:28   WAN -  Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatî destpêkirin 83 roj in didome. KESK û TMMOB serdana nobetê kirin û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman.    Malbatên girtiyan li Baroya Wanê çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin. Çalakiya ku 83 roj in didome, malbatan bal dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Îro Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) serdana nobetê kirin.    Berdevkê Demê ya KESK'ê Îbrahîm Çelîk, di serdanê de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di demên dawiyê de li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibe. Her wiha nêzî salekî ye ji Birêz Ocalan tu agahî nayê girtin. Serlêdana malbat û parêzeran tê redkirin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em ê li cem malbatên ku edaletê digerin bibin û em tu carî tecrîdê qebûl nakin."   Rêveberê KESK'ê ya Wanê Sînan Ok jî da zanîn ku demên dawiyê li Tirkiyeyê hiqûq yekcar hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî kesên ku têkoşîna kedê didin dizanin ku di hiqûqê de tiştek wisa nîne. Divê girtî bi adilane bên darizandin û girtiyên nexweş jî ji bo tedawiyê serbest bên berdan. Em piştgiriyê didin 'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan."