Jinan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' pedal zîvirandin 2022-03-05 16:11:41   AMED - Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Amedê bi munasebeta 8'ê Adarê tûra bisîkletî li dar xist. Jinan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' pedal zîvirandin   Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li ber duyemî şaxa Egitim-Sen'ê ya Amedê dest bi tura bisîkletê kirin. Tura Bisîkletê ya Jinên Azad heta Birca Bizinê dewam kir. Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag û gelek ji beşdar bûn.   Jinên cilên kurdî li xwe kirin li 2'yemîn Şaxa Egitim-Sen'ê ya Amedê hatin gel hevdu û berî tûrê stran gotin govend gerandin.    Jinan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' pedal zîvirandin û banga beşdariya mîtinga dê li Qada Îstasyona Amedê ya di 8'ê Adarê de dê bê lidarxistin kirin.