Dê jin li Enqereyê li dijî tundiya mêr bimeşin 2022-03-05 15:54:08   ENQERE - Dê sibehê jin bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr dewletê, qeyran û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" li Anitparkê bên gel hevdu û di 8'ê Adarê de jî di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hevdu.    Xebatên 8'ê Adarê ya Platforma Jinê ya Enqereyê didomin. Piştî demeke dirêj dê jin li Enqereyê bi mîtingê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Dê sibehê jin bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr dewletê, qeyran û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" saet di 15.00'an de li Anitparkê ya Enqereyê bên gel hevdu û di 8'ê Adarê de jî di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hevdu.    Platforma Jinê ya Enqereyê hemû jin vexwend mîtinga 6'ê Adarê ya li Enqereyê û Meşa Şevê ya Femînîst a li Stenbolê.