Jinên kedkar atolye li dar xistin 2022-03-05 15:52:49   WAN - Meclîsa Jinê ya KESK'ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi dirûşma "Em neviyên pîrebokên li Rojhilata Navîn hatine şewitandin e" atolyeya "Kumê pîrebokan û broş" li dar xistin.    Meclîsa Jinê ya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Em neviyên pîrebokên li Rojhilata Navîn hatine şewitandin e" atolyeya kumê pîrebokan û broş li dar xist. Gelek jin beşdarî atolyeya li avahiya KESK'ê hat lidarxistin bûn. Endamên komisyonê berî atolyeyê şal li jinan belav kirin û dest bi çêkirina kum û broşan kirin.    Ji jinên girtî re qert hatin şandin   Berdevka Meclîsa Jinê ya KESK'ê Funda Demir Bozkurt bi kurtasî behsa çalakiyên xwe yên di çarçoveya 8'ê Adarê de tên lidarxistin, kir û got wan ji bo girtiyan do qert şandine ji bo Peymana ÎLO 190 bên îmzekirin çalakiya faksê kirine û ew bi xebata atolyeya hunerî xebatên xwe didomînin. Fundayê ji bo beşdariya xebatan bang li jinan kir.