Xizmên Windayan xizmên xwe yên hatine windakirin bi bîr anî 2022-03-05 15:24:31   AMED-ÊLIH -Xizmên Windayan di hefteya 682'yemîn a çalakiya xwe de bi munasebeta 8'ê Adarê navê jinên hatine windakirin yek bi yek gotin. Li Êlihê jî xizmên windakiriyan û endamên ÎHD’ê di hefteya 519’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê çalakî kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan ji bo aqubeta xizmên wan bên diyarkirin û ji bo bersûcên kesên di cinayetên faîlê wan ne diyar de hatine qetilkirin, bên dîtin û cezakirin di hefeteya 682'yemîn a çalakiya xwe de li Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin gel hevdu. Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê û Tevgera Jınên Azad (TJA) beşdarî çalakiyê bûn.    Ji Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê spas kirin   Cîgira Serokatiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgi Sila Demir, da zanîn ji bo jinên di bin çavan de hatine windakirin neyên jibîrkirin ew wan bi bîr tînin. Ezgiyê da zanîn ew jinên bi salan e dev ji lêgerîna edaletê û daxwaza mafên xwe bernedane bi bîr tînin. Ezgiyê diyar kir jin jiyana wekhev dixwazin û wiha got:"Em ji bo vê yekê têdikoşin. Em ji bo Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê yên têkoşîn hînî me kirin spas dikin. Em bi munasebeta 8'ê Adarê daxwaza xwe ya ji bo bersûcên jinên hatine windakirin bê darizandin dîsa tînin ziman."   Ezgiyê navê jinên hatine windakirin got.    Piştî Ezgiyê Endama Lijneya Birêvebirinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Bedriya Gumuş a jiyana xwe ji dest da xwend. Deryayê da zanîn ku di dîrokên ev bûyer pêk hat de leşkeran tim bi ser gundan de digirtin û gef didan xwarin.    Deryayê got:“Gef li xelkê herêmê dixwarin. Şêniyên gund di 17’ê sibata 92’yan de xwestin zext û gefên dewletê bi meşekê protesto bikin. Bi vê mebestê, ji gundê Kuşkayayê ber bi Yardereyê ve dest bi meşê kirin. Demekî piştre leşkeran rê li ber girt. Lê dema şêniyan xwestî meşa xwe bidomînin, leşkeran gule li ser reşandin. Di gulebaranê de Abdulselam Acet, Seyfettîn Kopçak, Alî Olmez, Abdulselam Ozbey û A. Hakim Gollan hatin kuştin. Bedriye Gumuş jî di bûyerê de birîndar bû û bi wesayîteke leşkerî birin nexweşxaneyeke Mêrdînê. Leşkeran zext li malbatê kir ku bibêjin ‘bûyer ji hêla endamên rêxistinê ve hatiye kirin.’ Gelek gule li Gumuş ketibûn û li nexweşxaneyê mir. Piştre jî malbatê serî li ÎHD’ê da. Xizmên wê dan zanîn ku di dema bûyerê de serdarê bi navê Ramazan û serpel Mehmet Goçmen li wir bûn. Lê tevî hemû bangewaziyên me jî heta niha tu lêpirsîn nehatine vekirin.”    Beşdaran piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê kirin û belav bûn.    Êlih   Bi heman mebestê, li Êlihê jî xizmên windakiriyan û endamên ÎHD’ê di hefteya 519’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê çalakî kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û çalakiyan wêneyên windakiriyan hilgirtibûn. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes amade bûn.    Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û got ku ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan li qadan in. Keskîn, diyar kir ku heta xwe digihînin encamekê dê çalakiya xwe bidomînin û bal kişand ser polîtîkaya necezakirinê ya dewletê. Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Êlihê Rûmeysa Denîz Kaya serpêhatiya Taybet Înan vegot ku 14’ê kanûna sala 2015’an de li Silopiyaya Şirnexê di roja 5’emîn a qedexeya derketina kolanan de li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanan ma bû. Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê kirin û çalakî bi dawî bû.