Ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Êlihê destûr hat dayin 2022-03-05 15:00:54   ÊLIH - Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya ku dê bi pêşengia TJA’yê ve bi dirûşma “Dem Dema Azadiya Jinanê ye” bê lidarxistin, destûr hat dayin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li parqa 8’ê Adarê ya Êlihê bi dirûşma “Dem Dema Azadiya Jinanê ye” mîtînga 8’ê Adarê li dar dixin. Hat ragirhandin ku ji bo mîtînga were lidarxistin destûr hat dayin.   Mîtînga ku di 8’ê Adarê de di 12.00’an de tê lidarxistin bi beşdarbûna hevserokê giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca re pêk tê. Her wiha hunermend Ozlem Baglayan, Devrîm Demîr û Kolektîf Ritma Azad jî wê di mîtîngê de stranên xwe berz bikin.