Bi munasebeta 8'ê Adarê li Kobanê pêşbirk hat lidarxistin 2022-03-05 14:48:52   KOBANÊ- Bi pêşengtiya Desteya Ciwan û Werzîşê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” pêşbirk li dar xist.   Bi dehan lîstikvanên Jinên Ciwan a Kantona Kobanê dabeşî pêşbirkê bûn. Pêşbirk di lîstgeha Nerwicê ya Kantona Kobanê hat lidarxistin. Bi dehan jinên ciwan beşdarî vê pêşbirkê bûn. Di lîstika futbolê de du tîmên Jinên Ciwan hene, Tîma El-Nicûm û Helen. Pêşbirk bi deqeyeke rêzgirtin  a ji bo  bîranîna pekrewanên azadiyê dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Xunav Xelîl ve hat kirin.   ‘Jin afirînera her tiştî ye’   Xunavê di destpêka axaftina xwe de anî ziman 8’ê Adarê nêz maye ji ber vê em jinên ciwan bi her rê û rêbazê kêfxweşiya xwe nîşan didin  û wiha dawî lê anî :“Ji bo pêşwazîkirina vê roja pîroz, em bi çalakiyên  cur be cur amedehiyên xwe dikin. Roja 8’ê Adarê em li hemû jinên cîhanê di serî de li  Rêber Apo, cangoriyên jin û jinên pêşeng pîroz û mibarek dikin. Gelek jinên têkoşer ji bo ku bigihêjin vê rojê fedakartî kirin û bi berxwedaneke bêhempa roja 8’ê Adarê ji tevahî jinên cîhanê ava kirin. Jin dikare di her alî de xebat bike. Her wiha jin bi hêz û îradeya xwe dikare hemû civatan azad bike. Jin di asta werzîşê de jî xwe teqez kir ku dikare li tevahî cîhanê bibe lîstikvan û hezkirina xwe ji werzîşê re diyar bike. Ji ber vê yekê jin afirînera her tiştî ye.”   Piştî axafrina Xunavê ji aliyê Endama Desteya Ciwan û Werzîşê Yara Mihemed dest bi xwendina pirsên pêşbirkê kir. Paşê werzîşvanên dabeşî maçê bûn û dest bi lîstika xwe kirin. Her wiha werzîşvanên jin ên ku di pêşbirkê de bi serket in ji aliyê Rêveberiyê desteyê ve diyarî hatin dayin. Piştî ku werzîşvanan maç bi dawî kirin, dest bi meşê kirin. Meşê ji Lîstgeha Nerwêcê dest pê kir  bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û  "Bê Serok jiyan nabe" ber bi qada Jina Azad ve çû û rawestiya.    Meş bi dirûşma “Jin Jiyan azadî ”bi dawî bû.