Ji mitînga 8'ê Adarê ya Silopiyê re destûr derket 2022-03-05 14:25:54   ŞIRNEX - Li Silopiyê mitînga ku di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e" bê li dar xistin re destûr derket.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li navçeya Silopiyê di 8'ê Adarê de mitînga ku li dar bixin re destûr derket.    Bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e" mintînga ku li Qada Newrozê saet di 13.00'an de bê li dar xistin destûr derket.   Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr dê tevlî mitîngê bibin.    Her wiha Hunermend Xecê, Koma Dengê Jinên Azad û Hediye dê derkevin ser dîkê.