TUHAY-DER'ê bi wesîleya 8'ê Adarê ji bo jinên girtî daxuyanî da 2022-03-05 14:03:03   AMED - Şaxa TUHAY-DER'ê ya Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê daxuanî da û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên jinên girtî pê re rû bi rû tên hiştin û got: “Em ê li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin û bibin dengê girtiyan.”   Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê (TUHAY-DER) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê têkildarê binpêkirinên mafan ên ku jinên di girtîgehan de dijîn li ber deriyê avahiya xwe ya ku li taxa Tesîsler e daxuyaniya çapemeniyê da. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), MED-DER, MEBYA-DER û endamên TUHAY-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxyuyaniyê de pankarta ku li ser “Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî” nivîsandiye hate rakirin.   Metna daxuyaniyê ya ji aliyê hevseroka TUHAY-DER’ê Guler Yuksekbag ve hat xwendin jî wisa ye;   ‘Em têkoşîna Garîbe didin berdewamkirin’   Guler a bi girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê re dest bi axaftina xwe kir bi van gotinan berdewam kir: “Jinên ku li dijî hişmendiya baviksalerî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedane di girtîgehan de jî li dijî hişmendiya baviksalarî û nîjadperest têkoşîna xwe didin berdewamkirin. Bûyera ku bi serê Garîbe Gezer hatiye yek ji nîşaneyên hişmendiya takekes û baviksalerî ya îqtidar dixwaze ava bike ye. Em jî piştgiriyê didin têkoşîna Garîbeyê û didin berdewamkirin.”   ‘Divê tecrîd were rakirin’   Gulera bi tecrîda li girtîgehan berdewam dike axaftina xwe domand wiha diyar kir: “24 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê meşandin û ji sala 2019’an ve bi tu awayî hevdîtina bi parêzeran re pêk nehat û saleke jî tu xeber jê nehatiye girtin. Divê dawî li tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin bê anîn û hevdîtin bi parêzeran re pêk bê.”   ‘Girtîgeh bûne mala mirinê’   Guler qala şewitandina infaza girtiyan kir û berdewam kir: “Li girtîgehan bi awayekî kêyfî lêgerînên tazî têne kirin û jinên vê yekê red dikin jî tên cezakirin. Gelek girtiyên siyasî bi hinceta van cezayan înfazên wan hatine şewitandin û ruxmê cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Tenê di sala 2021’ê de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Girtîgeh vegeriyane mala mirinê. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û li dijî wan polîtîkayek dijminatiyê tê meşandin. Em dizanin ev îşkence û tecrîda li girtîgehan ji kîja hişmendiyê re xizmetê dike.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin’   Guler herî dawî jî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li dijî hemû êriş û polîtîkayên li dijî girtiyan tên meşandin têkoşîna xwe ya azadiyê bidin berdewamkirin. Em ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bibin dengê hemû jinên di girtîhan de. Em ê bi heman bawerî û vînê azadiya jinê biqêrin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî 8’ê Adarê” bi dawî bû.