Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ridwan Karakoç pirsîn 2022-03-05 13:59:43   STENBOL - Dayikên Şemiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di hefteya 834'an de li aqubeta Ridvan Karakoç hat pirsîn û bang cezakirina faîlan hat kirin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 834’emîn de çalakiya xwe ya li aqûbeta windayan digerin û dixwazin ku kujer werin cezakirin li dar xistin. Dayikan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Ridvan Karakoç (34) ê di 15’ê sibata 1995’an de li Stenbolê di binçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin û piştî 110 rojan cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Ataşehîrê hat dîtin pirsîn.     Hasan Karakoç ê birayê Ridvan Karakoç axivî û diyar kir ku 27 sal in têkoşîna wan edaletê berdewam dike. Hasan anî ziman ku kekê wî 27 sal berê bi îşkenceyê hatiye qetilkirn û ew wek malbatê bi israr lê geriyane û di goristana bêkesan de dîtine û got: “27 sal em li kujerê kekê min digerin. Em li edaletê digerin û têkoşîna me didome lê 27 sal in dosye li dozgeriyê sekinandî ye. Derbarê tu kesî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dozgerên li dosyeya me dinêrin her tim tên guhertin. Ev 27 sal in em li Qada Galatasarayê li edaletê digerin. Têkoşîna edaletê ku me ji dê û bavên xwe dewr girt, em ê teslîmî zarok û neviyên xwe bikin. Heta ku hemû berpirsiyar werin darizandin, winda werin dîtin dê têkoşîna me bidome. Vê têkoşîna ku em li ser navê mirovahiyê dikin hezar sal jî di ser re derbas bibe dê bidome. Em ê qet dev ji xwesteka edaletê bernedin.”     Parêzera Ridvan Karakoç, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û behsa bûyerê kir û destnîşan kir ku 27 sal in dosyeya Karakoç li Dozgeriya Beykozê di wan refên gemargirtî de tê sekinandin.    Metna daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Bêrîvan Dogan xwend û bertek nîşanî polîtîkaya bêceza hiştinê da û got ew ê dest ji daxwazên xwe bernedin. Dogan anî ziman ku divê kujer û berpirsiyar tavilê werin dîtin û cezakirin.