Li Elkê coşa 8'ê Adarê: Jin jiyan azadî 2022-03-04 18:13:46   ŞIRNEX – Li navçeya Elkê, bi binasebeta 8’ê Adarê hevdîtina jinan pêk hat.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 8’ê Adarê  bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinan e” li navçeya Elkê ya Şirnexê hevdîtina jinan pêk anî. Hevdîtina ku li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevseroka HDP’ê ya Elkê Beybun Aslan û gelek jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûn.     ‘Roj roja serhildanê ye’   Di hevdîtinê de Beybun Aslan axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em dizanin ku destkeftiyên dîrokî yên wekî 8'ê Adarê çawa derketin holê. 8'ê Adarê rojeke ji rêzê nîne. Divê ne tenê ku îro em  qadan dagirin an jî ne têkoşînek e ku piştî çalakî bi dawî bibin dawî lê bê anîn. Bi mezinkirina têkoşîna me ya jinê re her sal  ji 8 'ê Adarê heta 21'ê Adarê em li qadan cih xwe digirin. Di 8'ê Adara sala 2022'yan de jî em ê bibêjin  dem dema azadiya jinê ye. Li dijî zext û zordariya pergala mêr ên serdest û dewletê em dengê xwe bilind bikin û bibêjin roj roja serhildanê ye.”   Piştî axaftinê bi paste hat birîn.  Hevdîtina jinan bi gerandina govendê û bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.