Li Erdîşê hevdîtina 8'ê Adarê pêk hat 2022-03-04 15:12:50   WAN - Li Erdîşa Wanê hevdîtina jinan a 8'ê Adarê pêk hat. Di hevdîtinê de bangewaziya tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê hat kirin.    Li Erdîşa Wanê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê ve bi minasebeta 8'ê Adarê hevdîtina jinan pêk hat. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, hevşaredara Erdîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Yildiz Çetîn, hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîn, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varlı, Dayikên Aştiyê yên Wanê û bi sedan jinên navçeyê tevlî hevdîtinê bûn.   Jinan bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî hevdîtinê bûn, stran gotin û govend gerandin. Her wiha li salona hevdîtinê jî pankarta "Dem dema azadiya ye" hat daliqandin. Piştî rêzgirtinê hevdîtin bi axaftinan dom kir.    Dîba Keskîn, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Niha bi sedan hevalên me girtî ne. Ji 4 aliyan jinên kurd li ber xwe didin. Em ne paş ne jî pêş mêran dimeşîn em bi hev re dimeşin. Her wiha dema mirov xwedî li zimanê xwe derkeve mirov xwedî li nasnameya xwe jî derdikeve. Li Erdîşe welatî bi kurdî diaxifin û ez ji vê yekê serbilind im."   Yildiz Çetin, jî li ser girîngiya 8'ê Adarê rawestiya û bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan.    Gulderen Varli jî da zanîn ku li girtîgehan binpêkirina girtiyan her ku diçe zêde dibe û got: "Em çalakiyên 'Nobeta Edaletê' ya malbatan û ya Emine Şenyaşar silav dikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî mîtînga 8'ê Adarê bibin.   Muazzez Orhan jî, diyar kir ku jinên li Erdîşê her tim li dijî koletî û zordariyê serî rakir û li ku derê dibe bila bibe dê jin ji bo têkoşînê dê xwe bi rêxistin bike.    Hevdîtina jinan a Erdîşê bi govend gerandinê bi dawî bû.