Li Silêmaniyê şahiya 8'ê Adarê 2022-03-04 13:54:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 8'ê Adarê, ji aliyê RJAK'ê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Berde Qehreman a ser bi Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan jin û xelkê Silêmanî şahiyek li dar xist.    Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên 8'ê Adarê didomin. Bi hevkariya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) û Jinên Ciwan ên Têkoşer li devera Berde Qehreman a Silêmaniyê şahiyek li dar xist. Li qada şahiyê standên pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn.   Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî peyama hevpar a RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Şoxan Mehemed ve hate xwendin. Mehemed hemû jinên têkoşer silav kir û got: “Divê hemû jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bûye mîmarê azadiya jinên bindest û taybet jinên kurd têbikoşin.  Em dibêjin wê ev sedsal bibe sedsala jina azad. Îro têkoşîna jinên kurd ji bo hemû cîhanê bûye hêvî û balê dikişîne ser xwe.”   Piştî wê Koma Em a Rojhilatê Kurdistanê û wê hunermend Jîna Saqiz derkevin ser dikê. Her wiha Koma MA ji Bakurê Kurdistanê jî hat jî tevlî şahiyê bû.