Dê li Enqereyê di 8'ê Adarê de jin li Anitparkê bên gel hevdu 2022-03-04 10:02:53     ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê dê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê, qeyran û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" li Anitparkê bên gel hevdu.    Xebatên Platforma Jinê ya Enqereyê yên derbarê 8'ê Adarê de didomin. Dê îsal jinên li Enqereyê bi banga  Platforma Jinê ya Enqereyê mîtinga 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Qada mîtîngê berê wekî Tandoganê hatibû diyarkirin lê belê piştî hevdîtinên bi Walîtiya Enqereyê wekî Anitparkê hat guhertin. Dê mîtîng bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê, qeyran û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" di 6'ê Adarê de bê lidarxistin. Piştî mîtîngê dê jin şeva 8'ê Adarê ji Bîrdariya Madenci bimeşin Qada Sakaryayê.