ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-04 09:00:00     *Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê û aktivîsta TJA’yê Perîhan Agaoglu têkildarê xebatên 8’ê Adarê yên li Mêrdînê tên meşandin û xalên ku li ser werin rawestîn bi me re parve kir. Perîhanê di axaftina xwe bal kişand ser tecawiz  û tundiya her ku diçe li Mêrdînê zêde dibe û wiha got: “Weke rêxistina TJA’yê em hewl didin ji van pirsgirêkan re bibin bersiv. Lewra îqtidara ku li dadgehan, li kolanan û di mal de jin bi tenê hiştiye îro ji ber armancên me yên azadiya jinê jî êrişî TJA’yê jî dike.” DÎMEN HEYE   * Li Cizîrê Halîme û li Silopiyê jî Besna bi dirûtina cilên herêmî tên nasîn. Besna û Halîme ji bo jinên ku li qadan xebatên 8'ê Adarê dikin kincên herêmî didirûn gotin: "Jinên Botanê bi reng û xemla xwe dê li qadan li dijî zilm û tundiyê dengê xwe bilind bikin." BI DÎMEN    *Jinên sîyasetmedar destnîşan kirin ku ew ê di 8'ê Adarê de ji bo Garîbe Gezer, Denîz Poyraz û Aysel Tûglûkê li qadan bin û li dijî , tundî , kuştin û polîtîkayên şerê taybet dê bêjin "Dem dema azadiya jinê ye". DÎMEN HEYE   *Jinên siyastmedar, hiqûqnas, rojnameger diyar kirin ku li qadên jiyan û xebatê şîdetê ji kûrahî hîs dikin û diyar kirin ku wê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîna xwe bidomînin.    *Di serî de jinên kurd, jinên cîhanê hemû li dijî siyaseta şer û nefretê bi helwesta xwe ya xurt a parastina cewherî esas digire wekî her sal, îsal jî 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Li dijî êrişên her ku diçe zêde dibin bi hêviyeke xurtir têkoşîna xwe didomînin. Jinên li dijî desthilatdarên ku li ser keda civakê hebûna xwe diparêzin, li ber xwe didin wê dakevin qadan û peyama têkoşîna hevpar bidin. Jin wê bi îradeya azad a xurt li dijî îktidara ku ne berjewendiyên civakê, sermayeyê diparêze, biqêrin. JI PÊNÛSA JINÊ   *Aktîvîsta TJA’yê Remziye Tek  diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ligel girtiyan bandorê li ser civakê jî dike û daxuyakirin ku divê li dijî tecrîd û polîtîkayên şer rêxistinbûn hebe. Remzyeyê got yekane çareseriya pirsgirêkan, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane. DÎMEN HEYE   *Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê cil û bergên kurdewarî hêj ji hela jinan ve tê parastin. Gelek jin di jiyana rojane de jî cilên kurdewarî li xwedikin. Hewa û Sekna tu carî dev jî li xwekirina cilên kurdewarî bernedane û wiha dibêjin: "Cil û bergê me nasnameya me ye." BI DÎMEN    *“Pandemiyê bibîr xist ku em çiqas hebûnên civakîne û hat dîtin daxistina jiyana biyolojîk a mirovahiyê wisa hêsan nayê qebûl kirin.” NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ...   *Fehîme Poyraz da zanîn ku ew û gelek jiinên din dê di 8’ê Adarê de edaletê bixwazin û da zanîn ku ger ji bo kurd û jinan edalet bê wê ji bo hemû kesî bê. DÎMEN HEYE   * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" li navçeya Elkê dê hevdîtina jinan pêk bîne, li navend û navçeyan dê ji jinên girtî re kart bê şandin. (13.00)   *Dê bi pêşengiya GOÇ-DER'ê li Navenda Çandê ya Dicle Firatê şahiya 8'ê Adarê bê lidarxistin(13.00) BI DÎMEN