Li Mêrsîn, Riha û Êlihê çalakiyên 8'ê Adarê 2022-03-03 16:56:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê li dar xistin û gotin: “Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê.”    Li herêmê û metropolên Tirkiyê jin îsal bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Di çarçoveya çalakî û şahiyên 8’ê Adarê de îro jî jin li gelek bajar û navçeyan daketin qadan û banga têkoşînê kirin.    Çalakî bi pêşengiya aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên lidarxistin. Jinan di çalakiyan de peyamên xurtkirina têkoşîna li dijî tundiyê dan û daxwaza azadiyê kirin û gotin: “Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê.”   Mêrsîn    Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê bi wesîleya 8’ê Adarê şahî li dar xist. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Piştî axaftinên siyasetmedaran stranbêj Mizgîn Tûran strî û jinan govend gerand. Jinan dirûşm berz kirin.    Riha    Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li navçeya Xelfetî şahî li darxistin. Şahî li ber avahiya HDP’a Xelfetiyê pêk hat, her çiqas polîsan xwest şahiyê asteng bikin jî lê jinan şahiyan xwe li dar xist. Jinan govend gerand û şahiya xwe pêk anîn. Parlamenter Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got divê êdî tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî pêk were.  Şahî li ber stranên Koma Aryen û gerandina govendê bi dawî bû.    Êlih    Aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de serdana goristanan kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û gelek jin li hev civiyan û serdana goran kirin. Jin piştî serdana goristanan çûn bazara taxa Cûdiyê û banga beşdariya mitînga 8’ê Adarê kirin.