Li cihê ku Gulistan Doku herî dawî lê hat dîtin çalakiya 8'ê Adarê 2022-03-03 16:49:40       DÊRSIM - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê li cihê Gulistan Doku ya ev du sal in agahî jê nehatiye girtin, hatibû dîtin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ev îktidar bû sedem ku gumanbarê sereke Zaynal dest û lingên xwe kil bike û biçe derveyî welêt."   Koordînasyona Jinên Ciwan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li ser Pira Dinarê ya tê gotin herî dawî Gulistan Doku ya ji 5'ê Çileyê 2020'î vir ve hatiye windakirin, hatiye dîtin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Dem dema serhildana jinên ciwan e" hat hildan. Dirûşmên "Jin jiyan azadî","Gulistan Doku li ku ye" hatin berzkirin. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag û gelek kesî piştgirî dan daxuyaniyê.    'Îktidarê hewl da  dayik û xwîşka Gulistanê bidarizîne'   Ji xwendakarên Zanîngeha Munzurê Melike Altintaş da zanîn ev ji du salan zêdetir e ji Gulistanê xeber nehatiye girtin û got:"Dewsa Gulistanê bê dîtin kesên dibêjin 'Gulistan li ku ye' tên darizandin. Vê desthilatdariyê ku bi polîtîkayên wê şênber ku dijminê jinan û kurdan e, hewl da dayik û xwîşka Gulistanê bidarizîne."   Banga mezinkirina berxwedan û têkoşînê   Melikeyê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên ku li hemberî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin tên revandin û sîxûrtî lê tê ferzkirin. Heke ev rêbaza wan bi ser neket, wê demê jî jinên ciwan binçav dikin, digirin û dixwazin dengê wan qut bikin. Bi sedan hevalên me ji ber têkoşîna xwe ya azadiyê niha di girtîgehê de ne. Em soz didin ku dawî çi dibe bila bibe lê em ê dev ji soza xwe ya têkoşînê bernedin. Her wiha, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê, bi sedan jinên ciwan rastî destdirêjiya çeteyên DAIŞ’ê hatin. Li Efrînê jî gelek hatin revandin û agahî jê nayên girtin. Banga me ji bo hemû jinên ciwan ew e ku li dijî van êrişan, berxwedan û têkoşînê mezintir bikin.”