Li Cizîr û Hezexê çalakiyên 8'ê Adarê: Em xwedî bi hêz in 2022-03-03 16:40:49   ŞIRNEX - Li Botanê bi minasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Îro li Hezexê serpêhatiyên jinên girtî hat xwendin û li Cizîrê jî serdana goristanan pêk hat.    Li Botanê çalakiyên 8'ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, didomin. Îro jinan li Hezex û Cizîrê çalakiyên cuda li dar xistin. Li Cizîrê serdana goristanan pêk hat û li Hezexê jî serpêhatiyên jinên girtî hat xwendin.    Li Hezexê ji bo girtiyan çalakî   Li Hezexê jinan xwestin li Kolana Hunerê bicivîn û serpêhatiyên jinên girtî bixwînin, lê bi astengiya polîsan re rûbirû man. Piştre jinan li ber avahiya HDP'ê ya Hezexê kom bûn û çalakiya xwe li vir li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û rexîstina HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de jinan wêneyên jinên girtî hildan û dowîzên "Bêdengî tune ye, berxwedana me li her derê ye” hatin rakirin. Di çalakiyê de serpêhatiyên Sevîl Rojbîn Çetîn, Aysel Tugluk, Ayten Beçet, Gulten Kişanak, Garibe Gezer, Leyla Guven, Tenzile Acar û gelek jinên din hatin xwendin.   Piştre jî parlamenter Nûran Îmîr axivi û diyar kir ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên jin hene. Nûran wiha dirêjî da axaftina xwe: "8'ê Adar3e qêrîna bilindkirina daxwaza jiyaneke azad û hevpar e. Em jin di her qadên jiyanê rastî tundiyê tên. Têkoşîna me ya ji bo jiyaneke azad bênavber dike. Di her warî de em xwedî bi biryar û hêz in. Em îro dixwazin ku bibin dengê jinên ku dîl hatine girtin.Yê ku di qada siyasetê de ji bo jinan û gelan bedelên giran dan û têkoşîn dan dîl hatin girtin. Em dixwazin ku îro bibin dengê wan. Em vê nêzikatiyê bi tund şermezar dikin. Em ê tu caran qedexekirina jiyaneke azad qebûl nekin. Ev daxwazeke meşru ye. Aysel Tugluk niha bi nexweşiyeke giran re têdikoşe. Şert û mercên ku îro Aysel Tugluk tê de nepêkaneye ku zindanê de bimîne. Lê dijminahiya li hemberî jin û kurdan di her qadan de didome.”   Nuran, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser astengiya polîsan û got: "Bi nêzikatiyeke nijadperest her carê çalakiyên jinan tên astengkirin. Li Hezexê pêkanîneke taybetî heye. Hêza ewlehiyê dîsa em astengkirin û nehiştin ku em biçin Kolana Hûnerê. Tişta ku em dikin ne sûc e. Têkoşîna me nayê astengkirin."   Bername bi dirûşma “Berxwedan jiyane" û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.   Cizîrê serdana goristanan   Li Cizîrê jî Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Şirnexê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de serdana Goristana Asriyê kir. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin tevlî bûn serdanê bûn.    Rêvebera MEBYA-DER'ê Heznê Arslan, di serdana goristanê de axivî û got: "Rêya wan rêya me ye. Em tu carî wan ji bîr nakin û li ser şopa wan bin. Em ê tu carî şehîdên Kurdistanê ji bîr nekin."    Serdana goristanê bi dirûşmeya "Şehît namirin" bi dawî bû.