Ji Nobeta Edaletê ya Amedê banga heq hiqûq û edaletê 2022-03-03 14:15:40   AMED - Nobeta Edaletê ya Amedê li ber Edliyeyê di roja 108’emîn de berdewam kir. Malbatan destnîşan kirin ku heta heq, hiqûq û edalet bê pêkanîn ew ê nobeta xwe berdewam bikin.   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan di roja 108’emîn de didome. Malbatan bi beşdariya nûner û rêveberên sazî û dezgehan li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe li dar xist. Polîsan dora malbatan dorpêç kir.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Komeleya Jinan a Rosayê jî li gel malabtan tevli çalakiyê bûn. Lê polîsan endamên Komeleya Rosayê dorpêç kirin û nehiştin ku tevlî daxuyaniya malbatan bibin.   Malbatan jî di daxuyaniya ku dan de helwesta polîsan şermezar kirin û destnîşan kirin ku heta heq, hiqûq û edalet bê pêkanînîn  ew ê nobeta xwe berdewam bikin.   'Dawî li zilmê bînin'   Ji xizma girtiyan Reşahat Ada, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş her diçe xirabtir dibe û got: “Bila êdi ev zilm bê bidawîkirin. Li hemberî rewşa girtiyan xwe kerr û lal nekin û  edaletê pêk bînin.”   Daxuyaniya malbatan bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. Her wiha Komeleya Jinan a Rosayê jî di bin dorpêça polîsan de bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî da malabatan.