Li Îzmîrê hevdîtina 8'ê Adarê pêk hat 2022-03-03 14:14:15   ÎZMÎR - EGE TUHAYDER, ANYAKAYDER, bi pêşengiya TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de hevdîtina jinan pêk anî û bal kişand ser yekitiya jinan û rewşa girtiyan.   Komeleya Xizmên Hikûmxwar û Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoluyê (ANYAKAY-DER) û Tevgera Jinen Azad (TJA), li avahiya ANYAKAYDER'ê Îzmîrê bi dirûşma "Dema dema şikandina tecrîdê, azadbûna jinê ye" hevdîtina jinan pêk hat û her wiha bi heman dirûşmê jî pankartek hat daliqandin. Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn.    Ji rêveberiya TUHAYDER'ê Hediye Tekîn mafê axaftinê girt û got: "Hebûna civakê bi jinê re giredayî ye. Ji ber vê sedemê jî heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe."   Sultan Yagmekan a ku tevlî çalakiya "Nobeta Edaletê" dibe di bernameyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha axivî: "Doza me dozek giran e û lê serê me jî her tim bilind e. Divê niha yekitiyeke xurt pêk bê. Her wiha divê em tu carî kesên ku hatin qetilkirin ji bîr nekin. Ev kesên ku hatin qetilkirin her tim azadiya me dixwestin. Divê em xwedî li wan derkevin. Pêwiste em ne zarokên xwe û ne jî serokê xwe ji bîr bikin."    Sultan, destnîşan kir ku ji bo girtiyan divê her kes di nav berxwedanê de be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwiste em li her derê di nav berxwedanê de bin. Çend cezayên hatî dayîn xilas bibe jî girtî nayên berdan. Her roj 4 an jî 5 jin çalakiya 'Nobeta Edelatê' didomîne. Ji bo piştevaniyê serdan çêdibin lê belê ev tişt têr nake. Divê piştevaniya dayikan bê kirin. Ez li vir banga piştevaniyê dikim."