Jin li Başûrê Kurdistanê bi xebata Jineolojiyê hatin gel hevdu 2022-03-03 13:10:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca hîn zêdetir danasîna jineolojiyê, karkirina bi hev re ya rêxistinê jinan Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Başûrê Kurdistanê dewreyek perwerdeyê da jinan.   Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo nasandina jineolojî û karkirina rêxistinên jin û çalakvanan ji gelek nûner û endamên rêxistinên jin re dewreyek perwerdeyê da. Dewreya 27'ê Sibatê de dest pê kir wê heta 5'ê Adarê dewam bike. Armanca vê dewreyê ew e ku rêxistinên jinan zanista jineolojiyê bêtir nas bikin ji ber ku jineolojî rêbazek a bi hev re ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. Di dewreyê de behsa jineoloji û berhemê têkoşîna jinê ji dîroka kevin heta niha di asta Kurdistan û cîhanê de hatine kirin û her wiha ji bo pêşxistina diyalektîka tewrî û piratîka tevgera azadiya jina kurd ku niha di asta cîhanê de bûye xwedî cihekî girîng.   Jineolojî pênasekirina jinê ya wek hebûna siyasî û exlaqî ye   Di dirêjiya dewreya perwerdeyê de behsa pênasekirina jinê wek hebûnek siyasî, civakî û exlaqî, ne tenê weke hebûnek biyolojî ye û behsa rêbaza jineolojiyê hat kirin. Li ser karkirina ji bo avabûna bawerî û guherînên demokratîk di nava civak û asta têkiliyên jinan bi hev re, hîskirin, têgihiştin û karkirin bi heman têgihiştinê ku jin çawa ber bi xwebûnê ve biçe.