Dêrsîm ji bo 8’ê Adarê amade ye 2022-03-03 09:04:42     DÊRSÎM - Esma Ataş ya di rêveberiya HDP’a Dêrsîmê de cih digire diyar kir ku bi coşek mezin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin û banga tevlibûnê li hemû jinan kirin.   Wek her sal îsal jî li hemû bajarên herêmê û Tirkiyeyê amadekariyên 8’ê Adarê bi rojan berê hatiye destpêkirin û didomin. Yek ji bajarên ku bê navber xebat lê tê meşandin Dêrsîme.  Esma Ataş ya di HDP’a Dêrsîmê de cih digire balkişand ser girîngiya rêxistin û têkoşîna jinan û got bi coşeke mezin xwe amade dikin.   ‘Jin xwe birêxistin bikin’   Esmayê destnîşan kir ku jin bi salane bi her cureyê şîdet û zextê re tên rû hev û wiha daxuyand: “Ji paşerojê heta îro jin hatine tunekirin, bi her cureyê êrîşê re hatine rû hev. Lê li dijî van zext û zordariyan jinan bi berxwedanê bersiva xwe dane. Em bi berxwedan û têkoşînê rêxistina xwe mezin dikin. Em jin wê hişmendiya xwe zêdetir bikin. Em ê li qadan dengê xwe li dijî vê zilmê bilind bikin.   ‘Em ji Zarîfe û Besêyan digirin’   Esmayê bi lêv kir ku wê jinên Dêrsîmê bi coşeke mezin li qadan bin û wiha dirêjî dayê: “Em jinên Dêrsîmê rihê têkoşîna xwe ji Zarîfe û Besêyan digirin. Ji bo vê em ê li qadan ji bo têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin wê biqîrin. Bi taybet demên dawî de xwezaya û pîroziyên Dêrsîmê tên talankirin. Li dijî van êrîşan em ê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin.”   Bernameya 8’ê Adarê   Besê der barê plansaziya li Dêrsîmê jî wiha vegot: “Me ji bo hevalên xwe yên jin qert amade kirin. Me îlanên xwe bi Tirkî û kirmanckî amade kir. Me îlan û pankart li bajar belavkirin û daliqandin. Em ê biçin serdanên malbatên xwe.  Em ê li taxan bi jinan re civînan bikin û sohbetan pêk bînin. Em jinên Dêrsîmê wê di 8’ê de qadan tije bikin û bibin dengê jinên hatine qetilkirin. Em ê pirsa Gulîstan Doku li ku ye bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li qadê bin.”