'Jinên Botanê bi rihê 8'ê Adarê dê Newrozê pêşwazî bikin' 2022-03-03 09:01:21     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li Botanê xebat û çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” didome. Endama Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê û Hevseroka HDP’ê ya Silopiyê Asûman Kulter, bal kişand ser xebatan û got: "Bi rihê 8'ê Adarê dê Newrozê pêşwazî bikin."    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Colemêrg, Wan û li gelek bajarên din starta çalakiyan dan. Li Botanê jî xebat û çalakiyên 8'ê Adarê beriya hefteyekî dest pê kir û bi coş û kelecanek mezin berdewam dike.     Li Şirnexê start di 1’ê adarê de hat dayîn, di 8’ê Adarê de jî dê li Qada Newrozê ya navçeya Silopiyê mîtîng bê lidarxistin. Mitîng dê di navbera seat 13.00 û 17.00'an de bê lidarxistin û serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr dê tevlî mitîngê bibin. Her wiha hûnermend Xecê, Koma Dengê Jinên Azad û Hediye dê beşar bibin.   Endama Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê û Hevseroka HDP’ê ya Silopiyê Asûman Kulter, li ser girîngiya rojê û bernameya îsal de axivî.     ‘Em ê mal bi mal xwe bighînin jinan'    Asûman, anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo wan xwedî rojek girîng û bi wateye û got: "Par ji ber pandemiyê me pîrozbahî nekiribû û em gelek xemgîn bûn. Berê hefteyekî me dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kir. Li hemberî jinan zilmek heye û li dijî vê zilmê jî divê em xwe bi rêxistin bikin. Divê em xwedî li nirx û nasnameya xwe derkevin. Her roj jin tên qetilkirin, rastî destdirêj û tundiyê tên. Ev 5 hezar sal in jin di bin vê zilmê de dijîn. Em dixwazin xwe û nasnameya xwe nas bikin. Divê jin mafê xwe bizanibe. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê di her aliyê ji bo me gelek girîng e. Li dijî komkûjî, êrîş, destdirêjî û tundiyê em ê îsal jî li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Em ê tax bi tax, mal bi mal bigerin û xwe bigihînin jinan.”   ‘Bi rihê Sêvê, Pakîze, Fatma û Asya Yuksel an…’   Asûman, da zanîn ku îsal bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye" 8’ê Adarê pêşwazî bikin û wiha bi lêv kir: "Li Botanê têkoşîn û berxwedana jinê xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku li Botanê gelek jin bûne sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê jî em ê bi rihê Sêvê, Pakîze, Fatma û Asya li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Ew ji me re mîrateyek hîştin û divê em jî xwedî li vê mîrateyê derkevin. Em ê berxwedana rêhevalên xwe bidomînin. Ji ber vê yekê jî em ê bi vê rihê li qadan bin. Li Botanê jin hertim xwedî li nirx, ax û welatê xwe derketiye. Em ê ji vê şûn de jî xwedî derkevin."   ‘Li hemberî koletiyê em ê dengê xwe bilind bikin'    Asûman, diyar kir ku ew ê li hemû kolan û kuçeyan xebatên xwe yên 8’ê Adarê bênavber bidomînin û wiha dawî li axafina xwe anî: “Bila jin dakevin qadan û xwedî li nasnameya xwe derbikeve. Bila jin li hember koletiyê û zilmê dengê xwe bilind bikin. Em ê bi rihê 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî bikin. Ne tenê di 8’ê Adarê, hemû roj roja jinê ye. Em ê bibin dengê jinên ku nikarin dengê xwe derbixin. Em ê xwedî vê têkoşînê derbikevin. Heta jin azad nebe dê ev têkoşîn jî berdewam bike. Bila roja 8’ê Adarê hemû jinên Botanê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.  Di 8’ê Adarê de em bi coş û kelecanek mezin dakevin qadan.”   Bernameya 8’ê Adarê wiha ye:   “*Di 3’ê adarê de li Hezexê ji bo jinên girtî bername bê lidarxistin.   * Di 4’ê adarê de li Elkê fenera daxwazê bifirînin, li hemû navçeyan ji jinên girtî re kart bê şandin.     * Di 5’ê adarê de li Qilebanê bi seyranê hevdîtina jinan bê lidarxistin.     * Di 6’ê adarê de li Cizîrê meşa jinan bê lidarxistin.    * Di 7’ê adarê de li Silopiyê serdana esnafên jin pêk bê.    * Di 8’ê Adarê de jî dê mîtîng bê lidarxistin."