ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN 2022-03-03 09:00:00     * Li Botanê xebat û çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye” didome. Endama Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê û Hevseroka HDP’ê ya Silopiyê Asûman Kulter, bal kişand ser xebatan û got: "Bi rihê 8'ê Adarê dê Newrozê pêşwazî bikin." BI DÎMEN    * "Di roja me ya îro de jin, li Şengalê di hemû qadên jiyanê de cih digirin û xebat dimeşînin. Ji qadên rêveberiyê bigire, heta qadên siyasi, leşkerî û civakî de xwedî erk û berpirsyariyê ne. Li kijan qad dibe bila bibe li wê derê hişmendiya zilamê desthiladar bi ruxandinê re rûbirû dimîne û navbera jin û zilam de bêhtir têkiliyeke azad û wekhev avadibe. Jiyan li dora jinê ava dibe." JI PÊNÛSA JINAN   *Gulsun Kiliçoglu ku 8 meh in ji bo cenazeyê keça xwe ya li Geverê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bigire têdikoşe û tevî du caran mînaka xwînê dan jî hîna cenaze negirtine. Gulsunê da zanîn ku bila cenazeyê wan ne di destê dewletê de be ne jî li goristana bêkesan bên definkirin. DÎMEN HEYE   *Esma Ataş ya di rêveberiya HDP’a Dêrsîmê de cih digire diyar kir ku bi coşek mezin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin û banga tevlibûnê li hemû jinan kirin.   *Jinan der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş axivîn û diyar kirin ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û tecrîd bê rakirin. BI DÎMEN    *TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê li Kolana Hûnerê ya Hezexê kunyeyên jinên girtî bixwîne, li Cizîrê biçin serdana goristanê û li Silopiyê jî şaredariya HDP'yî li Parka 15'ê Tirmehê ya li Taxa Ofîsêye bi endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê re bi taştêya bidê ve bên li cem hevdû. (13.00-16.00) BI DÎMEN   *Jinên ji bajarên cuda tevlî kongreya DBP’ê bûn balkişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku wê li qadên 8’ê Adarê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biqîrin. DÎMEN HEYE   * Karker, kedkar, xwendekar, hiqûqnas, aktivîst, xebatkarên tenduristiyê…. Jin li dijî binpêkirina jiyana xwe têkoşînê di 8’ê Adarê de dibin qadan û vê peyamê didin: “Piştevanî me mezin dike.” DÎMEN HEYE