Li Amedê şahiya 8'ê Adarê 2022-03-02 16:14:12   AMED - TJA û MED-DER bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xistin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) a Amedê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêzana Amedê şahiya jinan li dar xist. Pankantên “Dem dema azadiya jinê ye” û “Bijî berxwedana zîndanan” hate daliqandin.    Di destpêka bernameyê de Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan axivî û got: “Hûn jî dizanin em wek jinan tim li hemberê gelek cûreyên tundiyê rûbirû dimînin. Yek ji wan cûreyê tundiyê jî tundiya li dijî zimanê zikmakî ye. Ji bo mînaka tundiya li dijî ziman ê jinê Fatma Altinmakaa e ku ji ber tirkî nedizanîbû nekarî xwe îfade bike û hate qetîl kirin e. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin.”   Piştî axaftina Şîlanê şahî bi stranên kurdî û govend gerandinê dom kir.