Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dawî bû 2022-03-02 16:12:18   QAMIŞLO - Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê duh bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye”  ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cîzîrê ve hatibû destpêkirin, îro bi xelatê bi dawî bû.    Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta 8’ê Adarê di 23’ê Sibatê de dabû, bi rêzeçalakiyan dom dike. Duh Desteya Çandê ya Herêma Cîzîrê Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dabû destpêkirin, îro mîhrîcan bi xelatdayînê bi dawî bû. Her wiha di mîhrîcanê de pêşangeh hatibû vekirin û hunera destan hatibû pêşandan. Jinan divê mîhrîcanê de şano, govend, stran û çîrok pêşkêş kirin.  Di roja dawî ya mîhrîcanê de ji aliyê Koma Hîlala Zêrîn ve çîrokek hate pêşkêşkirin. Ji aliyê Fatma Hemîd, Ebîr Dirêhî ve helbesta erebî hate pêşandan. Her wiha Rûken Elî Şêr helbesta Kurdî pêşkêş kir. Koma şehîd Lorîn a govendê û Koma Ronahî Bawer a Govendê govendên xwe pêşkêş kirin. Koma Darsî listika şanoyê pêşkêş kir.    ‘Karê destan 60 jin pê rabûne’   Jina bi navê Sîham Ehmed ku tevlî mîhrîcanê bûye û hunera destên jinan pêşkêş dike nêrîna xwe wiha parve kir: Li ser amadekariyek mezin em îro beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera jinê dibin. Beriya vê jî me pêşengehek wiha li dar xist.  Îro jî em karê xwe nîşanî herkesî dikin. Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi amadekariyek mezin hate kirin. Em niha karê destan a jinê pêşkêş dikin û 60 di nava vî karî de cih digire. Hemû pêkhateyên jin di vir de amade ne. Ev hunera destan sûdek mezin jî dide jinan. Her wiha armanca me ewe ku jin hunera destên xwe derxînin holê. Ev kar karekî pir pîroz e û mirovan kêfxweş dike. Me gelek pêwistiya jinan vir amadekiriye û em hemû jî divir de difroşin. Jinên ku beşdarî karê destan bûne, gelek kêfxweş bûne. Ev kar ji bo me gavek bû. Ev pêşengeh pir pîroz e û jin keda xwe li vir nîşan didin. Karê jinê bi rûmet e. Her jinek ku hunera xwe pêşkêş kiriye, tiştên nûtir dîtin û nas kirin. Em ê pêşengehên wiha dewam bike û karê hunera destan bidin naskirin.”