Di 'Nobeda Edaletê' de bertek nîşanî betalkirina parlamenteriyê dan 2022-03-02 15:54:01     ÎZMÎR - Di roja 14'emîn a "Nobeda Edlaletê" de Hanim Sever bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a HDP'yî da û got,  "Herkes dizane kî terorîst e."   "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hat şewitandin ve li Îzmîrê hat destpêkirin di roja 14'emîn de berdewam dike. Hanim sever a ku li ser navê xizmên girtiyan axivî û bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel ku parlamenetera HDP'ê ya Amedê ye da.    'Zemê qebûl nakin'   Ji xizma girtiyan Hanim Sever a ku lawê wê Medest Sever li Girtîgeha Tîpa F-1 a Bandirmaya Balikesîrê girtî ye xwest ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Hanim diyar kir ku li dijî tecrîdê ew ê têkoşînê mezin bikin û wiha berdewam kir, "Rewşa Aysel Tugluk xeter e lê hîna di girtîgehê de tê girtin. Bila Ayselê berdin. Kesên ku jinan qetil dikin serbest berdidin. Em vê zilmê qebûl nakin."   Hanim wiha berdewam kir, "Ciwanên me ne azad in. Bila destê xwe daynin ser wicandê xwe û tecrîdê bi dawî bikin. Tişta ji dest me tê em ê bikin û dayik ji hemû tiştî re amade ne. Em dixwazin bi çad û zimanê xwe bijîn."   Hanim bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel da û got, "Dayiên me wêrek in û neheqiyê qebûl nakin. Em rastiyê diparêzin. Bila di 8'ê Adarê de hemû jin dakevin qadan."