'Nirxên mirovahiyê di bin tecrîdê de ne' 2022-03-02 15:32:49   WAN - Di "Nobeda Edaletê" ya li wanê de bal kişnadin ser tecrîdê  û gotin, "Nirxên mirovahiyê di bin tecrîdê de ne."   "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê di roja 80'yî de berdewam dike.  Nobeda îro ji aliyê Dilşah Alkan a ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan li GIrtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye, Kazim Tîmur ê ku lawê wî Botan Tîmur ku li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê Girtî ye,  Cevdet Bîlekçî ê ku lawê wî Hakan Bîlekçî li heman girtîgehê girtî ye û Dayika Seyfetîn Demhat ê ku li heman  girtîgehê ye Salîha Demhat ve hat gitin.    Di serdanê de Basrî Arslan ê HDP'yî, diyar kir ku heta dawî li pişt çalakiya dayikan e, wê bi berxwedana xwe bi ser kevin û wiha berdewam kir, "Girtiyên siyasî rûmeta civakê ne .Nêzîkatiya li hemberî gitiyên siyasî nêzîkatiya li hemberî civakê ye.  Em gelê kurd ji bo nirxên xwe yên mirovî têkoşînê didin û kesên ku vê diparêzin îro di girtîgehan de  tên girtin. Ev vê tu carî qebûl nakin. Dê dayik bi têkoşînê bi ser kevin û bila girtî serbest bên berdan û ew roj ne dûr e."   'Nirxên mirovahiyê di bin tecrîdê de ne'   Di axaftinê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û wiha hat  gotin, "Hertişt li ser tecîrda li Abadullah Ocalan tê biteşekirin .Nêzîkatiya li hemberî Birêz Oclana nêzîkatiya li nirxên mirovahiyê ye. Nirxên mirovahiyê dibin tecrîdê de ne."   'Em serî natewînin'   Bavê Botan Tîmur ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne Kazim Tîmur, jî diyar kir ku ew 80 roj in vê nobedê didomînin û got, " Di serî de Birêz Oclan bila hemû girtî azad bibin. Em gelê kurd em ê heta kengî vê zilmê qebûl bikin. Em vê zilmê qebûl nakirin. Em ê her roj bêhetir bi hêz bibin. Em serî natewînin."   -