Starta Kampanya li dijî Şîdeta Mêr a li Girtîgehan hat dayîn 2022-03-02 15:09:03   STENBOL - Jin bi Hev re bi Hêz in, li Ber girtîgeha Bakirkoyê starta Kampanya li Dijî Şîdeta Mêr a li Girtîgehan da.    Jin bi Hev re bi Hêz in, li Ber girtîgeha Bakirkoyê starta Kampanya li Dijî Şîdeta Mêr a li Girtîgehan Jin bi Hev re bi Hêz in da. Çalakiya ku gelek hevkarên Jin bi Hev re bi Hêz in tevli bûn, Endamên Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, endamên Meclisa Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û geleê kes tevli çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de pankarta li ser nivîssa "Li girtîgehan li dijî şîdeta dewletê jin bi hev re bi hêz in" hat vekirin û dowîzên bi dirûşma, "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Jin bi hev re dîwaran derbas dikin" , "Bijî piştevaniya jinan" hatin hiligirtin û dirûşmên "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin berzkirin.