'Hiqûqa serdestan dê bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe' 2022-03-02 12:23:35   RIHA - Malbata Şenyaşara di roja 359'emîn de "Nobeda Edaletê" ya daye destpêkirin berdewam dike. Malbatê di çalakiya xwe ya îro de ev peyam parvekir, "Hiquqa serdestan ku li Rihayê herkes dibîne, wê dê bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe."   Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin, di roja 359'an de berdewam dike. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro Emîne Şenyaşar nehat ber Edliyeya Rihayê, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobetda xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî hat ber Edliyeya Riha û li têketina avahiya edliyeyê ku duh polisan lê mudaxaleyî wan kiribû dest bi nobetê kir.    Ferît Şenyaşar, li wir ji welatiyên ku rêya wan bi edliyeyê dikeve re qala bêedaletiya ku li wan hatiye kirin û hê jî tê kirin kir û diyar kir ku heta edalet pêk neyê wê ji ber edliyeyê veneqetin.   Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezareta Edaletê, Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) û hesabên fermî yên AKP’ê etîket kir û ev parvekirin kir: "Divê kes ji qanûnan ne bi hêztir be, heke na ew qanûn dema ku ji we re pêwîst bin wê bi kêrî wê neyên. Wê hiqûqa serdestan ku li Rihayê herkes şahidiyê jê re dike dê bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe."     ‘