Li Mexmûrê semînera 8'ê Adarê 2022-03-02 11:53:20     MEXMÛR - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê semînek hat lidarxistin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), bi minasebeta 8'ê Adarê semînerek li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin. Di semînerê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok axîvî.   Fadîle, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevgera azadîxwaz û hemû jinên cîhanê pîroz kir. Fadîle di semînerê de li ser dîroka 8'ê Adarê rawestiya û got: "Di sala 1857’an li Emerikayê di fabrîqeyek a cil û bergan de 129 karkerên jin hatin şewitandin. Ji ber ku karkerên jin li hemberê zilm û neheqiyê serî netewandin bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Di salên 90’î de jî li Almanya, Emerîka û Rûsyayê gelek xwepêşandanên jinan pêk hatin û jin xebatên sendîkabûyînê dan meşandin. Her wiha li Ewropayê 8'ê Adarê li qadan bi awayeke sembolîk tê pêşwazîkirin."   Fadîle, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêşwazîkirina 8'ê Adarê ya jinên kurd: "Dema mirov koka rastî û têkoşîna jinên kurd bigire dest, şoreşa azadiyê ya PKK’ê ya ku di dema avakirina PKK’ê de Sakîne Cansiz pêşengtiya tevgera YJA'yê kiriye bêtir 8'ê Adarê ji bo jinên kurd mezin kir."   Fadîle, daxuyand ku fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ji bo jinên kurd girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herî zêde partiya me li ser hîmê bingehîn yê jinê, tevgera xwe mezin kiriye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelek partî û saziyên jinan hatin avakirin, ev ji dide diyar kirin ku jin dikarin bi xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî li îrade."