‘Em ê xwedî li partî û parlamenterên xwe derkevin’ 2022-03-02 09:11:21     AMED - Rêvebera HDP’a Amedê Remziye Daşlik der barê êrîşên li hember HDP’ê û doza girtina wê de nirxandin kir û got: “Çawa ku nikarin pêşî li hatina biharê bigirin wê nikaribin pêşî li peşeroja gelekî jî bigirin. Em ê hîn bêtir li qadan bin û xwedî li parlamenterên xwe derkevin.”   Êrîşên li hember HDP’ê her diçin zêde dibin û parlamneter û xebatkarên wê hedef tên girtin. Her wiha di 17’ê Hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer êrîşe HDP’a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Di rojen borî de jî li Stenbol, Riha, Amed û Yuregîr a Edenê  êrîşî avahiyên HDP’ê kirin. Tevî hemû qeydên kamereyê kes nehat binçavkirin.   Rêvebera HDP’a Amedê Remziye Danşlik der barê êrîşan de axivî û got zimanê hikûmetê êrîşan zêdetir dike.   ‘Li her derê kurd lê ne êrîş dikin’    Remziyeyê  bi lêv kir ku êrîşên li hember HDP’ê ji ber nêzîkatiya desthilatdariyê pêk tên û ev tişt bi lêv kir: “Gumanbar jî bêceza tên hiştin, ji ber vê cesaretê digirin. Her roj partiya me hedef tê girtin. Dixwazin HDP’ê terorîze bikin. Ev jî cesaretê dide hinekan.  Li her derê ku kurd hene êrîşan didomînin. Li hember hemû endamen HDP’ê, xebatkarên wê êrîş hene. Ev bêtehmuliya li hember Kurdan e.”   ‘Hêzên tarî li pişt êrîşan hene’   Remziyeyê balkişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û di vê mijarê de jî wiha nirxandin kir: “Gumanbarê êrîş pêk anî, hat parastin, ne li sedemên êrîşê, li pirsgirêkên psîkolojîk ên gumanbar mêze kirin û xwestin bûyerê veşêrin, ser wê bigirin. Lê em li parvekirinên ser çapemeniya civakî yên gumanbaran dinêrin, em dibînin ku li pişt wan hêzek veşarî heye. Li pişt êrîşên li hember kurdan hêzên tarî hene. “   ‘Dixwazin veşêrin’   Remziyeyê diyar kir ku ligel  êrîşên li hember HDP’ê êrîşek li hember jinan jî mijara gotinê ye û li hember nasnameya jinê û berxwedana wê êrîşek mijara gotinê heye. Remziyeyê ev tişt daxuyand: “Bi girtina HDP’ê nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Tiştên tên kirin parçekirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Armanca hewldana girtina HDP’ê tê wateya ku dengê hemû aliyan bibirîn. HDP partiya jin, ciwan û hemû çand û baweriyan e. Ji ber vê êrîşên li hember HDP’ê her diçin zêde dibin. Lê girtin ne çareserî ye. Ji ber heta niha me dît. Girtina HDP’ê ne çareseriya krîzan e. Îro HDP bê girtin wê li şûna wê partiyek din bê vekirin.”   ‘Em ê xwedî li parlamenterên xwe derkevin’   Remziyeyê her wiha balkişand ser rewşa parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parlamenteriya wê hatiye îptalkirin û wiha dawî lê anî: “Me di girtina Orhan Dogan û Hatîp Dîcle de dît. Îptalkirina parlamenteriya Semra Guzel tê wateya nenaskirina vîna gel. Di heman demê de  îptalkirina parlamenteriya Semra Guzel tê wateya ku wê parlaneteriya hemû hevalên parlamenter îptal bikin. Em van êrîşan şermezar dikin. Çawa ku hatina biharê nikare bê astengkirin wê pêşeroja gel jî nikaribe bê astengkirin. Em ê hînbêtir xurt  li qadan bin û em ê xwedî li parlamenterên xwe derkevin.”