Rojnameger Sîbel: Di kuştinên jinan de rola çapemeniyê mezin e 2022-03-02 09:07:44     Oznur Deger   ENQERE - Rojnameger Sîbel Yukler balkişand ser rola çapemeniyê ya li ser şîdet, tecawiz û kuştinên jin û zarokan û da zanîn ku bi nûçe û rêzefîlman şîdet tê rewakirin û bêguman rola çapemeniyê di tacîz û qetilkirinên jinan de mezin e. Sîbelê da zanîn ku çapemenî peyamê dihewîne û alava propagandayê ye.   Rojnameger Sîbel Yukler der barê rola çapemeniyê ya li ser qetilkirina jin û zarokan, tacîz û tecawizê de nirxandin kir. Sîbelê da zanîn ku wek her derê cîhanê li Tirkiyeyê jî şîdeta li ser jinan di asta herî dijwar de ye û balkişand ser rola çapemeniyê.   Sîbelê bi lêv  kir ku çapemenî di bin kontrola serdestiya mêr de ye û wiha got: “Bêguman rola çapemeniyê di kuştin û taciz û tecawizên jinan de mezin e. Peyamekê dihewîne û alava propagandayê ye. Tacîza jinan tê normalkirin û heta tê teşwîqkirin. Kujeran derdixin bernameyên serê sibehê û dibêjin ‘Ay ev mêr çiqas şîrîne çawa dibe kujer’. Me gelek carî dît ku bi nûçeyên wisa kuştinên jina rewa dikin.”   ‘Bi zextên jinan dikare guherîn pêk bê’   Sîbelê balkişand ser kuştina Munever Karabulut û wiha daxuyand: “Vê kuştinê di civakê de înfîal afirand. Piştî kuştinê çapemeniyê hewl da rewa bike. Munevera meqbûl di carekê de bû maktul.  Tecawizkirina wê, îşkenca lê hat kirin û qetilkirina wê rewa hat dîtin. Bi salan jin di çapemeniyê de wisa hatin serwîskirin. Bi salan di sûcên şîdet, newekhevî û tecawizê ya li hember jin û zarokan de wekê ku sedema wan ew in nîşan dan. Demên dawî de bi zêdebûna rojnamegerên jin, têkoşîna tevgerên jinan û zextên jinan, di çapemeniyê de guherînek mijara gotinê ye. Çapemenî dozeke wek ya Şûle Çet wek ‘heq dike’ dibîne. Dibêjin di wê plazayê de çi karê wê hebû.”   ‘Encama têkoşîna jinê ye’   Sîbelê daxuyakirin ku guherîn di encama têkoşîna jinan û femînîstand e pêk hatiye û di heman demê de jî encama têkoşîna rojnamegerên jine. Sîbelê wiha berdewam kir: “Di civakê de nêrîna li hember zarokan di nokteyek pir xerab de ye. Civak cih tê zarokan wek kesên mezin dibîne.  Di temenê 14, 15,16 de zewacê rewa dibînin. Ji ‘zarokan bûk nabe’.  Zewaca zarokan ne pêkane. Hûn nikarin zarokan bin nav zewacê. Ev tê wateya ku bi zor zarokan dizewînin. Zarokan bi kesên mezin re dizewicînin. Ev dikeve îstîsmarê.”   ‘Mafên zarokan li ber çavan nayên girtin’   Sîbelê balkişand ser bandora malbatê ya li ser zewacên zarokan û got ligel malbatê bandora çapemeniyê jî pir zêde ye û wiha vegot: “Gelo çapemenî zewaca zarokekê çiqas li ber çavan digire û lêkolîn dike li ser disekine.  Mafên zarokan li ber çavan nayên girtin. Di çapemeniyê de yek ji tiştên herî zêde tê nûçekirin, îfadeya gumanbarane.  Îdiayên gumanbaran qebûl dikin.  Akademîsyen Aylîn Sozer li mala xwe mirî hat ditin. Hat îdiakirin yê qetil kiriye hezkiriyê wê bû. Rojnameger vê îdiayê lêpirsîn nake. Civak ya hezkirî, ya hevjin ya bira dibîne.  Gumanbar dibêjin di bin tahrîka giran de sûc dikin. Ji bo ji sûc derkeve her derewî dike. Lê çapemenî vê lêkolîn nake. Çapemenî îdiayên kujer qebûl dike.”   ‘Çapemenî ji pornografiya şîdetê hez dike’   Sîbelê destnîşan kir ku  mîlîtarîzm, heteroseksîzm, homofobî, zihniyeta mêr, feodalîte, patrîarka û şovenîzm polîtîkayên di nav hev de ne û bi giştî ev kesên ne ji wan, digirin bin destên xwe û hedefgirtin û teşhîrkirina bedena jinan mîlîtarîst û mîzojînîste. Sîbelê ev tişt anîziman: “Çapemenî ji şîdet, teşhîrkirina lêdanê, pornogfafiyê hez dike. Çapemenî eciziyeta jinê gelek xweş dibîne û jê kêfê digire. Li wir gumanbar tune. Tenê şîdet wek tiştekî tê dîtin empoze dikin. Berê di 8’ê Adaran de me reklamên jinên rastî şîdetê hatine didît. Niha em dibînin ku veguheriye îmaja jinên xurt. Bêguman vê jî bi kapîtalîzmê re dimeşînin. Ji xwe fêdeyê bigirin, ji wir dimeşînin.”