'Bi rihê têkoşîna 8'ê Adarê em ê xebatên Jineolojiyê bidomînin' 2022-03-02 09:02:33     Yara Kendeş   KOBANÊ - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê Vîndar Bêrî ya bal kişand ser girîngiya qada Jineolojiyê ya li Rojavayê Kurdistanê wiha got:"Em bi rêya lêkolîn, perwerde, semîner, pêşkêşkirina sinevîzyona girêdayî Tovên Jineolojiyê zanista jinê li ser asta herêmî û cîhanî didine pênasekirin. Em dixwazin Jineolojî bi her rê û rêbazê di nava civakê de û cîhanê de bidin naskirin. Bi rihê têkoşîna 8'ê Adarê em ê xebatên Jineolojiyê bidomînin."   Jineolojî cara yekem di sala 2008'an de di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re wekî têgînê ket nava rojevê. Li ser vê bingehê, Jineolojî zanista afirandina damezrandina zanistî, felsefî, hunerî, çalakiyê ya îfadeya potansiyela jinan e. Jineolojî, zanistek ku li Rojhilata Navîn ku jiyana civakî bi çawaniya xwe ya exlaqî-polîtîk li ser koka xwe şîn dike ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje derketina nakokiyên civakî bingeha xwe ji têkiliya di navbera jin û mêr de digire. Jineolojî armanc dike ku zanist û teknolojî, çand, huner û felsefeya serdema neolîtîkê derxîne holê û ji nû ve zanista xwedawendan zindî bike.   Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rojava wekî qadên cuda jinan xwe di qada Jineolojiyê de jî xwe pêş xistin. Di çarçoveya pêşwazîkirin û hêviya 8'ê Adarê ya 2022'yan de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê Vîndar Bêrî bal kişand ser kar, xebat û girîngiya qada Jineolojiyê û got:"Em wekî qada Jineolojiyê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û em dibêjin wekî her sal em ê îsal jî bi domandina xebatên qada Jineolojiyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin."   'Jineolojî tevahî civakê digire dest'   Vîndarê di destpêka axaftina xwe de bi lêv ki ku ew weke qada Jineolojîyê 8'ê Adarê li tevahî jinên pêşeng ên cîhanê pîroz dikin û wiha pê de çû: "Jineolojî ne zanisteke bi serê xwe ye. Zanista Jineolojîyê tevahî zanist û civakê û hemû zayendan di nava xwe de bi cih dike. Em bi rêya lêkolîn, perwerde, semîner, pêşkêşkirina sinevîzyona girêdayî Tovên Jineolojiyê zanista jinê li ser asta herêmî û cîhanî didine pênasekirin. Em dixwazin Jineolojî bi her rê û rêbazê di nava civakê de û cîhanê de bidin naskirin. Ji ber ku pir kes an jî jin navê Jineolojîyê bihîstine, lê nizanin ku xwe dispêre çi bingehê. Me ji bo danasîna Jineolojîyê plansazî da meşandin, qad bi qad, sazî bi sazî û mal bi mal da ku jineolojî bigihêje her kesî."   'Jin bi pênûsa xwe jî tekoşînê dike'   Vîndarê di nava axaftina xwe de da zanîn ku ew şopedarê rêya jinên pêşeng ên ku serî li ber desthilatdariyê netewandin e û wiha da pê axaftina xwe: "Em li ser doza jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Leyla Qasim, Zîlan û Bêrîtanan in. Em ê bi fikir û felsefeya jinê bi pênûsa jinê şoreşa azadiyê li tevahî cîhanê berfirehtir bikin da ku bigihêjin azadiya her jinê. Weke kar û xebata Jineolojîyê li Herêma Firatê, em pir xebatan didin meşandin. Em jinên ku li gundan perwerde dikin semîneran didin wan, her wiha jinên ku di nava civakê de di milê çandê de xwe pêş dixîne. Çi karê destan be çi ji dirûtina cil û bergan be em xwe digihêjînin hemûyan. Pir jin hene xwestekên wan jî hene ku xwe pêş bixin. Jineolojî nas bikin û xwe tê de hês bikin, hezkirineke wan mezin heye ku xwe di vê zanistê de kûr bikin, xwe bi rê ve bibin em destekê didin wan jinan da ku xwe biafirînin. Jin ne tenê di çeperên şer de ked kar û xebatê dide meşandin. Di heman demê de jin bi pênûsa xwe deng, reng û zimanê xwe digihêjîne hemû jinên cîhanê. Her wiha jin tenê cihê xwe di siyasetê de jî nagirin. Jin di her aliyê jiyanê de xwedî têkoşîn û nirxekî mezin e."   'Bi tekoşîna jinê hemû roj dê bibin 8'ê Adarê'   Vîndarê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê bi kar, xebat û tekoşînê hemû rojê bikin 8'ê Adarê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em jî di nava xwe de rojane perwerdeyên navxweyî, lêkolîn û lêgerînên girêdayî pêşketinên jinê pêk tînin. Em jin bi giştî ji pêşketinê re vekirîne. Em heta kêliya dawiyê jî kar û xebatê dikin û em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Em wekî qada Jineolojiyê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û em dibêjin wekî her sal em ê îsal jî bi domandina xebatên qada Jineolojiyê 8'ê Adarê pêşwazî bikin."