Li gundê Hesewîkê ya Şengalê semînera 8'ê Adarê 2022-03-01 16:42:10   ŞENGAL - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de TAJÊ li gundê Hesewîkê semînerek li ser girîngiya yekitiya jinê li dar xist û bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan.    Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê xebatên 8'ê Adarê dest pê kir. Îro li gundê Hesewîkê ya ereban semînerek li ser berxwedana jinan û 8'ê Adarê hat dayîn. Di semînerê de bi dehan jinên ereb amadebûn. Semîner ji aliya Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Xezal Reşo ve hate dayîn.    Xezal Reşo, di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li jinên ku di semînerê de amadebûn pîroz kir û qala wateya vê rojê kir: “Ev roj ji bo me hemûyan weke jinên êzidî gelekî bi weteye. Ev roj roja têkoşîna me hemû ya ye. Berê bi tu awayî li ser vê rojê agahiyekî me nebû. Eger hebû ji me nedikarî pîroz bikira. Ji ber ku em bê îrade bûn. Lê niha piştî naskirina fikra Rêber Apo em bûn xwedî bi îrade. Em vê rojê li rêberê xwe pîroz dikin."   Xezal, bal kişand li ser girîngiya têkoşîna hevpar a jinan û got: "Azadiya jinan encax bi yekîtiya jinan wê pêk bê. Di heman demê de Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) serkeftin herî mezin a jinên Şengalê ye. 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Ji jinên têkoşer yên ku di çeperan de ne ji bo azadiya jinê şer dikin jî pîroz dikin."   Semîner bi dirûşma “Bê jin jiyan nabe” bi dawî bû.