'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê 12 roj in didome 2022-03-01 15:50:20   ÎZMÎR - "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 12 roj in didome. Di çalakiya îro de malbatan banga serbestberdana girtiyan kir.    Li Baroya Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. 12 roj in malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Malbatên ku tevlî nobetê bûn bangewaziya xurtkirina çalakiyê kirin.    Sultan Yagmekan a ku tevlî nobetê bû bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got: "Em bang li jinan dikin ku di 8'ê Adarê de piştgiriyê bidin nobeta me. Em 8'ê Adarê û Newroza girtiyan û Gelê Kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku hemû girtî azad bibin."   Xaleta Rêzan Kaçar a li Girtîgeha Tarsusa Edenê girtiyê Fatma Kayan di nobeta îro de bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: "Divê demildest deriyên girtîgehê bên vekirin. Her wiha divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Em bang li hemû dayikan dikin ku piştevaniya çalakiya me bikin."