Li Wanê 79 roj in 'Nobeta Edaletê' didome: Tecrîd nayê qebûlkirin 2022-03-01 15:34:55   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 79 roj in didome. Di çalakiya îro de bangewaziya rakirina tecrîdê hat kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên Girtiyan li Baroya Wanê 79 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Hevjîna Îbrahîm Alkan ê nexweş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Dîlşah Alkan, dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê 6 sal in girtiye Emîne Demîragaç tevlî nobeta îro bûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê serdana nobetê kirin.   Di nobetê de hevserokê DBP'ê ya Wanê Çetîn Uyar axivî û bal kişand ser berxwedana dayikan û got: "Barê herî giran her tim li ser milê jinê ye. Nêzî 2 meh in dayik li vir di nobetê de nin û tenê edaletê daxwazin. Dayik ji bo hemû mirovatiyê edaletê dixwaze."   Çetîn, di axaftina xwe de ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha axivî: "Em di serî de ji bo Birêz Ocalan edaletê dixwazin. Birêz Ocalan bi sala ne di nav tecrîdê de ye. Ne Gelê Kurd û ne jî dayik tecrîda heyî qebûl dikin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku demildest bi Birêz Ocalan re hevditinê pêk bînîn."   Çetîn, destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş giran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li girtîgehê girtiyên ku rewşa wan giran hene. Gelek girtî hene ku nikarin hewcedariyên xwe yên rojane pêk bînin. Her wiha hevalên me yên ku înfazên wan hatine betalkirin hene û ev tişt pêkanîneke kêyfiye. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya 'Nobeta Edaletê' bikin."