Li Semsûrê starta xebatên 8'ê Adarê hate dayîn 2022-03-01 15:11:39     SEMSÛR - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê starta xebatên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyanîyek dan. Jinên Semsûrê wê di 8 rojan de li tax û gundên Semsûrê cûrbecûr çalakiyan li dar bixin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta xebatên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajaroka Balyanê ya girêdayî Semsûrê bi daxuyaniyekê  dan. Jinan pankarta “Bijî 8'ê Adarê”, “ Em ê bi hev re biguherînin” vekirin.   Hevseroka HDP'ê ya Semsûrê Zelîha Karinca axivî û destnîşan kir ku ew ê 8'ê Adarê bi têkoşîn û rengê jinê pêşwazî bikin û got: “Jin bi keda xwe wê 8'ê Adarê bi rihê berxwedêr pêşwazî bikin. 8'ê Adarê mîrateya têkoşîna jinên berxwedêr heta roja îro bi gelek berdelên giran anîye. Em ê jin li dijî hişmendiya serdestiya mêr têkoşîna xwe mezintir bikin û di 8'ê Adarê de li dijî hişmendiya baviksalarî li qadan bin. Di vî aliyî de em ê bi hêz û baweriya xwe soza têkoşînê bidin. Em ê di her 8 rojan de li navçeyên Semsûrê bi jinan re werin gel hev  û çalakiyên cûrbecûr li dar bixin.”   Daxuyanî bi dirûşma “ Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.