Edene bi keda jinê ji bo 8’ê Adarê xwe amade dike 2022-03-01 09:07:36     Derya Ren   EDENE - Amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li her derê didome û yek ji van bajaran jî Edene ye. Endama Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê Saniye Seçgîn bang li jinan kir ku li dijî tacîz, tecawiz, qetilkirin û şer, li qadan dengê xwe bilind bikin.   Jin wek her sal, îsal jî bi çalakî û bernameyên cuda 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Jin têkoşîna jinan a li qadan, malê, kargerî, fabrîkayan bi  rihê 8’ê Adarê didin xuyakirin. Li Edenê jî wê jin ji bo daxwazên xwe li kolanan bin.     Endama Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê Saniye Seçgîn der barê xebatên li bajar axivî.   ‘Em hêza xwe ji Sakîneyan digirin’   Saniyeyê dsetnîşan kir ku ber bi 8’ê Adarê atmosfera heyî qet nebaşe û li dijî destkeftiyên jinan êrîş pir zêdene û wiha vegot: “Rojê 3-4 jin tên qetilkirin.Jiyana jinan roj bi roj zehmetir dibe. Krîza aborî, zextên civakî, rakirina qanûnên ku jinan diparêzin, rewş pir zehmet kiriye. Lê em jin li dijî her cureyê zextê têdikoşin. Me zext qebûl nekirin. Em hêza xwe ji Clarayan, Rosa, Sakîne û Pakîzeyan digirin.”   ‘Em ê bi heman coşê qadan tije bikin’   Saniyeyê got rojevên wan ên sereke tecrîd, rewşa girtiyên jin, rakirina Peymana Stenbolê û êrîşên li hember herêma Kurd e û got, " Ew jin tu car bêdeng nemane, wê bêdeng nemînin û bi coşek mezin wê li qadên 8’ê Adarê bin. Saniyeyê got hedefa wan ev e ku hevalên xwe yên girtî azad bikin."   ‘Me her tim aştiyek bi rumet xwest’   Saniyeyê balkişand ser dagirkirina Ukraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve tê meşandin û diyar kir ku li ku derê cîhanê dibe bila bibe bedela herî giran a şer jin û zarok didin. Saniyeyê daxuyand ku jinan her tim aştiyeke bi rumet xwestiye û ev bang kir, " Li dijî qirkirin, tacîz, tecawiz û şer em li qadan dengê xwe bilind bikin."   ‘Gelek rêbazên têkoşînê hene’   Saniyeyê bernameyên li bajar ku wê pêk bên jî wiha rêz kir: “Em ê startê li avahiya xwe ya Yuregîrê bidin. Di 2’ê Adarê de em kartan dişînin ji girtiyên jin re. Di 3’ê Adarê de wê roja îmzeyan ya pirtûka ‘Rengê mor yê siyaseta Kurd’ ya Gultan Kişanakê pêk bê. 4’ê Adarê de emê bi HDK’ê re biçin serdana Dayikên Aştiyê.  Di 5’ê Adarê de em ê li ber girtîgeha jinan a Tarsusê daxuyaniyekê bidin. di 6’ê Adarê de Jİ Pira Kasim Bîler heta Qada Îstasyonê wê meşek pêk bê. Di 8’ê Adarê de emê li ber avahiya HDP’a Ceyhanê bernameyekê pêk bînin û êvarê jî  bi Platforma Jinan a Edenê re wê meşek pêk bê.”