ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-01 09:00:00     * Malbatên girtiyan, derbarê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan de axivîn û gotin: "Ji ber ku em kurd in zilmê li me û zarokên me dikin. Em wek her carî carek din banga serbest berdana girtiyan dikin û dibêjin dawî li vê zilmê bînin." BI DÎMEN   *Selva Ceylan a ku bi salan e li mala xwe  kulîlkan diçîne dibêje: “Gîhandina kulîlkan gelek zehmet e lê keda ku merîv ji bo kulîlkan dide nawestîne û  meriv mest dike. Selwa ya ku li mala xwe kulîkan diçîne dibêje ger ku derfeta min hebe dixwazim ji bo hilberîna kulîlkan sera ava bikim.” DÎMEN HEYE    *Endama Malbatên Şehîdan Neceh Gulo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Em ê bi ruhê pêşenga jiyana me Sakîne Cansiz û Nazliye Keçel 8'ê Adara 2022'yan pîroz bikin. Em ê bi eşqa azadiyê 8'ê Adarê pîroz bikin."  DÎMEN HEYE    *Gor danasa Ewrûpayê di 8'ê Adarê ya sala 1857'an de li bajarê Newyorkê 40 hezar karkerên ku di sazgeh û fabrîkayan de dixebitin, bo şermezarkirina doxên kar, bo bidestxistina “maf, wekhevî û edaletê” dest bi çalakiya grêvê kirine. Di fabrîkayê de bi awayekî gumanbarî şewat rû dide û di encama şewatê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Li ser vê bûyerê di sala 1889'an de ji hêla Clara Zetkin ve bi navê “ji bo Rizgariya Jinan” pêşniyazek hate amadekirin û pêşkêşê kongreya ku li Parîsê hatiye lidarxistin kirine. Di kongreyê de xala ku bo “maf û azadiya jinan” hatiye redkirin, di kongreyê de bangewazî li jinan hatiye kirin ku tevlî têkoşîna çînê bibin.    *Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Elîf Akgul da zanîn ku DKY pira navbera jinên cîhanê ye û pêvajoya wê ya li Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku dema DKY’ê xwe rêxistin dikir, tevgera jinên kurd Ronesans jiyaye. BI DÎMEN    * Di 25'ê sibatê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hilbijartin pêk hat. Fatma Bîlen bû hevşaredar û Leyla Çelîk, Eylem Kara û Cemîle Korkmaz jî wek encumenên şaredariyê hatin bijartin. Jinên ku hatin bijartin gotin: "Em ê li hember her cûre êrişan pergalê xwe bi parêzin.” BI DÎMEN    *Karkerên Farplas yên ji ber sendîkayîbûn dawî li karê wan anîn û bi rojane li ber xwe didin peyama ‘Berxwedan wê bi serkeftinê bi encam bibe. Mîgros bi ser ket em ê jî bi ser kevin. Heta daxwazên me neyên cih em ê têbikoşin.” DÎMEN HEYE   *Amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li her derê didome û yek ji van bajaran jî Edene ye. Endama Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê Saniye Seçgîn bang li jinan kir ku li dijî tacîz, tecawiz, qetilkirin û şer, li qadan dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li Eywana Dawetê ya Mîr a ku li Şirnexê ye, dê starta xwe bide. (13.00)