Di 'Nobeda Edaletê' de bertek nîşanî AKP'î yê got 'kurd tune ne' dan 2022-02-28 16:31:55     WAN - Di "Nobeda Edaletê" ya Wanê de hevserokê HDP'ê yê Tuşbayê Hakki Cemal bertek nîşanî Îrfan Kartal ê AKP'yî ku got, "Pirsa kurd tune ye" da û got, "  Ger ku pirsa kurd tune bûna dê AKP'ê pêvajoya aştiyê nedana destpêkirin."   "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve li Wanê hat destpêkirin di roja 78'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku îro hat kirin de hevjîna girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan û Bavê Botan Tîmûr ê li heman girtîgehê tê girtin Tîmûr Cih girtin.  Endamên Rêveberiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tuşbayê serdana çalakiyê kirin.    'Hat tecrîd bidome tu kes nikare bahsa hiqûqê bike'   Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal ê di çalakiya nobetê de axivî. Hakki diyar kir ku xwedî li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dane destpêkirin derdikevin û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan şermezar kirin. Cemal, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehê de û wiha got: “Di serî de hevala me Aysel Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên dermankirin û bên berdan. Em dixwazin tecrîd jî demildest bê rakirin. Gelê kurd hemû hatiye tecrîdkirin. Heta ku tecrîd hebe wê aştî, demokrasî, edalet û hiqûq jî li welatê me tune be.”   ‘Pirsa kurd heye’   Cemal, bertek nîşanî gotina Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Îrfan Kartal a “Pirsa kurd nîne” ya li 6’emîn Civata Giştî ya Federasyona Komeleyên Wanê ku duh li Stenbolê hatibû lidarxistin, da û wiha axivî: “Heke li Tirkiyeyê pirsa kurd tune bûya, şerekî ku 40 sal in didome jî tune dibû. Pirsa kurd heye û herkes jî dizane. Heta ku pirsa kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê tu pirs nayên çareserkirin. Heke pirsa kurd were çareserkirin, dê aboriya welat baş bibe û aştî û demokrasî jî dê were. Hêvî dikim ku wê demildest ji vê rêya xelet vegerin û ji nû ve pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin.”