'Têkoşîna wan a edaletê ji bo me hemûyan têkoşîna edaletê ye' 2022-02-28 15:58:52     DÎLOK - Rêxistina bajêra Dîlokê ya HDP û DBP serdana “Nobeta Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar kirin.    Serdanên “Nobeta Edaletê” ya Emîne û Ferît Şenyaşar berdewam dikin. Nobet di roja 357’an li ber Dadgeha Îstîsnafê ya Edlîyeya Dîlokê berdewam dike. Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) beşdarî nobetê bûn.    'Divê hemû siyasetmedar û civat dengekî bidin Emîne Senyaşar'   Li ser navê şandeyê Hevseroka Bajêra Dîlokê ya HDP’ê Musa Aydin axivî û destnîşan kir ku divê hemû kes ji bo pêkanina edaletê bibin yek. Musa anî ziman ku malbat di Nobeta Edaletê de ku nêzî salekê li ber Edliyeya Rihayê pêk anî rastî astengiyan hat û wiha got: “Weke rêxistinên bajêr ên HDP û DBP'ê yên Dîlokê em ê heta dawiyê bibin dengê malbatê. Têkoşîna wan a edaletê ji bo me hemûyan têkoşîna edaletê ye. Divê hemû rayedar peywira xwe bînin cih. Her kes deng bide malbatê. Ev welat bêedaletiyê bi bihîstina daxwaza edaletê ya malbata Senyaşar re prostesto dike. Divê hemû siyasetmedar û civat dengekî bidin Emîne Senyaşar."