Bernameya 8'ê Adarê ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê diyar bû 2022-02-28 15:53:17   MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê bi dirûşma “Em ê bi hêza jina rêxistinkirî têkoşînê bilind bikin û serkeftinê bi destbixin” çalakiyên 8'ê Adarê li dar bixin. Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir.    Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi daxuyaniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê de. Çalakiyên îsal dê bi dirûşma “Em ê bi hêza jina rêxistinkirî têkoşînê bilind bikin û serkeftinê bi destbixin” bên lidarxistin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz ve hat xwendin.   Daxuyaniya Meclisa Îştar wiha ye:    "Tê zanîn ku di dîroka 1857'an de li New Yorkê ango nava dilê pergaha kapîtalizmê, li hemberî binpêkirina mafan jinan serî rakir. Di heman demî de ev serhildan tê wateya serîrakirina li hemberi pergala heyî. Deshilatdariya heyî ji bo bêdengkirina jinên kedkar bi awayeke hovane di fabrikayê de tên dilgirtin û di encama derxistina şewatê de 129 jinên ciwan hatin şewitandin û qetilkirin. Jin 5 hezar sal in dijî bêmafî, destdirêjî û bê îrade hiştinê di nav têkoşînê de ye. Jinên ku têkoşîn dayî îro gihaştiye wê astê ku di pêşxîstina civakê de roleke pêşeng dileyîze û bûye xwedî li îrade, di her cihê xebatê de xwe temsil û îfade dike.    Pergala kapîtalist ya ku neyarê jinê ye bi serhildana jinan û rêxîstinbûna jinan re her ku diçe dihele. Lê belê di nav pergalê de di bin navê azadiyê de hemû aliyan de êrîşê civaka jinê dike. Lê em dibinin ku di her warî de jin li seran serî cihanê xwe rêxistin kirine û di têkoşîna li dijî pergalê de xwedî mîsyonekî bandorker û berxwederek e dîrokî ye. Ji ber vê ji di her alî de ji bo ku zilamê serdest yê ku bi hişmendiya aqilê pergalê ve hatine afirandin, bi xwe jî di nava pergalê de tê daqurtandin bêyî ku bikeve ferqa xeteriya heyî bi hemû hêza xwe ve xizmetê dike.    Em weke jinên kurd ji ber ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan in, di heman demî de em xwedî li şansekî pir mezin ê dirokî ne. Jinên kurd yên ku bi fikr û felsefeya mîmarê mirovahiyê her ku diçe pêşdikeve û dibe xwedî serkeftinên dirokî. Jinên kurd, îro ji qada şer bigîre heta qada siyasî, civakî de mohra xwe li dîroka mirovatiyê xistiye  û malovanî ji şoreşerê dike. Bi fikrê Rêber Apo yê ku her ku diçe gerdunî dibe ne tenê jinên kurd li tevayî cîhanê jinên ku Rêber Apo weke Rêberê xwe dibinin.    Jina ku keda destê xwe û bi heskirina xwezayê tê naskirin di roja me ya îro de li beramberî qetliam û talana xwezayî ya ku ser esasê tunekirina xwezayê tê pêkanîn de xwedî rolekî sereke ya parastina xwezayê bin. Tê dîtin ku di encama her cureyên êrîşên heyî de ji herî zêde jin jê bandor dibin nimûneya vê ji dayika Emîne Şenyaşar e. Jinek ji bo bidestxistina mafê xwe û li dijî bêhiqûqiya heyî li ber xwe dide. Li aliyê dinê dayikên ku bi mehan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe li ber deriyê sînorê Sêmalka li berxwe didan. Di qotiyan de parçeyeke zarokên wan ji dayikan re hatin şandin.   Çend êrîş û lîstokên heyî gelemperî be, divê têkoşin û berxwedana heyî ji ewqasi gelemperî be. Divê bi vê ruhê li dora hev kombibin û xwe rêxistin bikin.   Em bi hatina 8'ê Adarê re bi ruhê hemleya 'Dem dema azadiya fîzikî ya Rêber Apo' rêze çalakiya li dar bixin. Çalakiyên me wiha ne;    * Di 1'ê adarê de bernameyeke taybet ji bo girtiyên siyasî bê lidarxistin.    * Di 2'yê adarê de li ser wate û girîngiya 8'ê Adarê semînerek bê organîzekirin.    * Di 5'ê adarê de jî pêşengeha hunerê ya destan dê bê vekirin.    * Di 6'ê adarê de bi minasebeta 8'ê Adarê li tevahiya wargehê û navçeya Mexmûra jêr dê belavok bên belavkirin.    * Di 7'ê adarê de meşeke girseyî bê lidarxistin   * Di 8'ê Adarê de jî bi tevlîbûna hemû Mexmûriyan dê 8'ê Adarê bê pêşwazîkirin.   Em wek jinên wargehê, bi bêhna biharê û destpêkirina biharê re bi reng û xemla xwe, bihara walatê xwe bi hêz û îradeya jinê silav dikin. Roja 8’ê Adarê li Rêber Apo, tevayî şehîdên şoreşê, gerilayên hemdem, tevahiya jinên di zindan, mal û kolanan de li ber xwe didin pîroz dikin. Teqez berxwedana me bi serkeftinê û bi gihîştina ruhê xwedawendan tacidar bibe."    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Bijî Têkoşîna jina kurd ya li beramberî faşîzm û dagirkeriyê" û "Bijî têkoşîna jinên cîhanê ya gelamperî" bi dawî bû.