Heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin 2022-02-28 12:24:54     ENQERE - Girtiyên edlî yên li Girtîgeha Baybûrtê, heqaretên giran û çêran li ser pateyên spî dinivîsin û diavêjin aliyê girtiyên jin ên siyasî. Her çend serî li rêveberiya girtîgehê hatibe dayîn jî heta niha tu bersiv nehatiya dayîn.    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), girtiya bi navê Ela Kamiş ku li Girtîgeha Baybûrtê tê ragirtin, di hevdîtina 24’ê sibatê ya bi xezûrê xwe Servet Kamiş de binpêkirinên li girtîgehê vegot. Ela Kamiş da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehê birêkûpêk berdewam in.   Ela da zanîn ku mijar bi rayedaran re parvekirine û got: "Em texmîn dikin ku girtiyên edlî ne, lê derheqê girtiyên siyasî yên jin de gelek xwedî li agahî ne, li ser pateyên spî çêr û heqaretên giran dinivîsînin û davêjin aliyê me. Me, ev mijar bi rêveberiya girtîgehê re parve kir û me gilî kir lê encamek jê derneket.”     Servet Kamiş jî diyar kir ku li qawîşa Elayê tenê hevalek wê heye û wiha bi lêv kir: “Tê payîn ku hevala wê di demekî nêz de were berdan. Dê Ela bi tena serê xwe bimîne. Fikarên me ji bo jiyana wê hene. Bûka min gelek caran xwest ku veguhêzin girtîgeheke din lê ev daxwaza wê hat redkirin. Wek malbata wê, em binpêkirinên li girtîgehan li ser çapemeniyê dişopînin û ji ber jiyana wê fikarên me hene.”    Herî dawî jî Servet Kamiş bang li parastvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedaran kir ku ji bo şopandina binpêkirinan biçin Girtîgeha Baybûrtê.